Leşkerên rêxistina “Daiş” ya terolîst bajarokê Marih li gundewarê Helebê da ber bumbeyên tankan, di encamê de 3 kes birîndar bûn. Ev êrîş di heman dema êrîşên asîmanî ku balefirên rejîma Esed bi ser kampa Henderat û derdora zindana Helebê ya navendî bûn, ku şensê ya dawî ji wan li gor toreya Şam 8 bermîl bûn, toreyê berdewam kir ku bi bumbebarankirinê re balefiran 4 sarûx jî avêtin derdora zindana navendî.
Ev êrîş wek bersivekê li ser kuştina efserekî bi pileya Sitvan ji artêşa Esed, û birînbûn û kuştina 9kesên dî bi derbên leşkerên Eniya Islamî di şerên li dora hebsxana Helebê lidarketî.
Jêder: Hevbendî + Şam.