Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Xêr Elwezîr dît ko “beraberiya Artêşa Azad ji Rêkxistina Daiş re li Mari´h tekûzkirina nehiştina tiroristiya Daiş û Elesed li Herêmê ye.”
Elwezîr dilxweşiya xwe bi serkeftinên Artêşa Azad di şerên dawî de da xuya kirin yên ko bi navnîşana “Tolhildan Pakejinan” li dijê Daişê got: “Li Herêmê tu kes nikare beraberiya tiroristiyê bike ji bil Artêşa Azad ya ko ji destpêkê ve hişyarî bi metirsiya wan da, tev ko şerên wan bi çekên xwe yê sivik dike û beraberiya wan û Elesed dike û tu piştgiriya Navnetewî jî jê re nîn e.”
Herweha Elwezîr got: “Peywendiya di navbera Daiş û Rêjîma Elesed ko bi hevrêzî û rêkxistin di asteke bilind de heye.” Ev gotin li ser bombebarana Elesed ji pevçûnên di navbera Daişa tirorist û Artêşa Azad li derdora Helebê û Mari´hê çê bûn.
Û got: “Elesed bi bombebarana pevçûnan ne bi amanca ko li Daiş bide, lê ew dixwaze ko Artêşa Azad lawaz bike, çimkî di rûyê tiroristiyê de diraweste.”
Di evê çarçoveyê de Elwezîr li ser êrîşên Elesed li ser hin cihên Daişê li Herêma Rojhilat weha got: “tenê ji bo ji dewletên cîhanê re bide xuyakirin ko ew amade ye şerê tiroristiyê bike ya ko ewî bi xwe çê kiriye,
bi evan êrîşên vala Rêjîma Elesed dixwaze rûyê xwe yê kirêt û tirorist li darî cihanê spî bike, û hem jî dixwaze bi êrîşên Emerîkanan li ser Daişê li Iraqê ,xwe şêrîn bike û bide xuyakirin ko dijminê Herêmê tenê Daişa tirorist e.
Bi hêvî ye ko çavên xelkê ji ser kuştarên xwe bide alî” herweha Elwezîr daxwaz kir: “ Ji wan endamên ko lingê wan ketiya dahfa Daişê, bila li dijî serpereştên xwe yên noker rabin, ew ên ko hatine ji bo gelê Sûriyê bêdengê bikin , ew dengê ku azadî û ruxandina rijêmê dixwaze”.
Jêder: Hevbendî