Wezîrê derve yê Qeterê Xalid El´etiya ew gotinên Qeter pê bi perepêdana rêxistinên tundrew gunehbar dikin bi yekcarî red kirin û tekez kir ku :” nêrîna rêxistinên tundrew ji deverê re naguncin bi dîtina welatê wî re, û bi hîç şêweyî piştevaniyê li wan rêxistinan nakin” . herwiha got ku Qeter: “bi hemû şiyanên xwe hewl dide bo pêkanîna dad û aştiyê di deverê de”. herwiha daxwaza karekî hevbeş kir bo bidawîkirina tundûtîjiya di Êraq û Sûriyê de û tekez kir ku welatê wî “piştgiriya rikberiya Sûrî dike wek gelek welatên din di rojhilata navîn û di Civaka navnetwî de, lê pere nedane DAIŞ û bi tu rêxistina tundrew ya din nade”.
Jêder :Elheyat