Li ser raporteke hawalgêrî ku zaniyariyan têde kom dikin li ser çawaniya arastekirina lêdanên Emerîkî li dijî rêxistina DAIŞ di Sûriya de, nêrînên Ciyawaz di kongirês de hebûn. Ku Adem Şêf cêgire di partiya Komarî de û herwiha cêgir e di komîta karubarên hwalgerî di kongirês de, bo kanala CNN got: “heger Serok bivê lêdanan arasteyî DAIŞ bike di Sûriya de, bêgoman pêwîst e li Kongirês vegere, û bi rastî baweriya min bi pêwîsteye vî tiştî niha nîne”. ji aliyê xwe ve serokê karubarên derve di kongirês de Îd Royis bo CNN got ku ew piştevaniya lêdana DAIŞ dike di Sûriya de, bi firokeyên bê firokevan, û tekez kir ku “pêwîst e em li Daişa di sûriyê de bidin ya ku ku leqek e girêdayî rêxistina Daişa Êraqê ye”. herwiha Royis amaje kir Ku “heger me ev pêngav ji berî demekê kiribana, wê DAIŞ ev hêz û zalbûn îro nebana”. Hêjayî gotinê ye ku hin berpirsyarên Emerîkî amaje kirin ku Emerîka zanyariyên hawalgêrî li ser deverên ku divê bên armanckirin ji bo lêdana DAIŞ di Sûriya de kom dike, ji boyî lawazkirina hêza wê û herwiha rewestandina belavbûna wê.
Jêder: CNN