Duhî êvara pêncşemê, 20 serbaz ji hêzên Esed hatin kuştin û 7ê din hatin birîndar kirin, di şer û pevçûnan de digel Artêşa Azad li navçeya di navbera Taxa Elmirca de li bajarê Helebê û gundê Ezîziyê de li başûrê bajêr, dema ku serbazên Esed hewl didan derbasî navçeya Elşêx Litfî bibin li Helebê. Herwiha îrojî şer û pevçûn ket di nav bera herdu aliyan de li rex geraca qotkirinê li Taxa Bistan Elqesir, herwiha şer û pevçûn qewimîn li ser bereya firokxaneya serbazî ya li gundewarê Helebê. Di vê navberê de, jimara qurbaniyên komkujiya bordumana Mûşekên boşayî li ser gundê Elqasimiya li gundewarê rojavayê Helebê, gihişte 8 sivîlan ji yek xêzanê.
(jêder: Hevbendî + Smart)