Artêşa Azad sê rêbend li Çiyayê Rojhilat ê bi ser bajarê Zebedanê ve li Xûteya Şamê bidest xistin, piştî bihevketinên bi leşkerên Esed re ku di encamê de bi dehan birîndar û kuştî ji rejîmê ketin,
Herweha Artêşa Azad dest danî ser hindek alav û çek û fîşek ji yên rjîma Esed, û bihevketinin dijwar di navbera wan û leşkerên Esed li nêzî rêbenda “Ze´itût” li Zebedanê çêbûn, di encamê de Artêşa Azad çend leşker ji hêza Esed kuştin û hindek biriîndar kirin.
Di wan deman de Artêşa Azad Tangek li nêzî rêbenda ” Filorîda” teqand û hemû taximê tê de hate kuştin. Li beramberî vê yekê balefirên Esed 3 êrîşên asîmanî bi ser hindek ji herêmên Çiyayê Rojhilat yê ku bi bajarê Zebedanê ve girêdayî ye birin, di encamê de hindek birîndar di nav kesên sivîl de ketin, û rewşa hemûyan di bin metirsiyê de ye.
Jêder: Hevbendî