Bi sedema dorpêça rêjîma Esed li dor Xota Şerqî sepandî, ji destpêka meha çêriya yekê ji sala 2013an û heta niha, Tora Sûrî ya mafê mirov raportek li ser rewşa mirovahî li Xota Şerqî belav kir, û amaje kir ku tora navborî kariye kuştina 183 kesan bi belge û dîkomît bike û di nav wan de 134 zarokên pêçekan, û herwiha di nav wan de 22 afret mirin ji egera kêmbûna derman û xwarinê”. û heman raportê amaje kiriye ku naxweşiya tîfo û nexweşiya Zerikê û kulbûna roviyan di nav nişteciyan de pir belav bûye ji encama armanckirina piraniya nexweşxane û navendên saxlemiyê û kuştina pizêşk û karmandên saxlemiyê û zêdebûna hejmara birîndar û kuştiyan û herwiha kêmbûna ava paqij ya vexwarinê, û di raportê de hatiye li ser zarê Dr. Macid Ebû Elî endamê nivîsîngeha pizêşkî ya Xota Şerqî ku got:” heta niha me nikariye mirina nexweşan bi tîfoyê tekez bikin, û bêhtirên nexweşiyan zikçûn e ji egera nexweşiyên bektîrî an jî veyrosî ye, tevlî ku hin tûşbûyên jehriyê hene, lê nexweşiya Zerikê ya herî belav e û bê hejmare”. û Dr. Ebû Elî sedma vê nexweşiyê vegerand bo sedemên gembûna ava vexwarinê û xerabûna keresteyên xwarinê ji sedema pileya germa havînê ya dijwar û nebûna elektrîk û sûtemeniyê ji lewra xwarin pîsdibin”.
Jêder: Tora Sûrî ya mafê Mirov