Balafirên Cengî yên Hêzên Esed êrîşin azmanî bi ser bajarê Dûma de li Gundewarê Şamê de birin, di encamê de 9 sivîl şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn, û wêraneke mezin di avahiyan de jî çêbû. Herweha balefirên cengî êrîşin bi ser Eyn Terma û bajar û bajarokên Xûta Rojhilatî de birin, di encamê de hejmarek ji sivîlan birîndar bûn û hindek ziyanên madî jî çêbûn.
Di wê navê re topên Esed bajarê Tîba ji wargehên xwe yên li Kiswê armanc kirin, û tu nûçe li ser tu birîndaran tune bûn. Ji hêleke dî ve Hêzên Esed taxa kampa Yermûk li Şamê dan ber topên Hawinan, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn, û hin ziyanên madî jî hebûn.
Jêder: Hevbendî – Toreya Şam.