Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nûra Elemîr dît ku: ” Kêmasiya navdewletî derheqê kirîza mirovahî ku zarokê Sûrî êşa wê dkşînin, bêdengiya bêhempa li ser dijîtiya operasyona fêrkirinê, û guhertina dibistan û dayingehên wê bi leşkerxane û carinan bi girtîgehên siyasî û warên işkencekirina girtiyan hin caran, tawanek nayê pejirandin di derheqê mirovahiyê de, û binpêkirinek riswadar ji belgeyên mafên zarok û mirovan re”.
Daxuyaniya Elemîr di roja yekê ji destpêka sala xwendinê ya vê salê de hat, tê de zêdekir û got: ” Bi navê 3 Melyon zarokên ku tawankariya Esed ew ji berdewamkirina xwendina wan bêpar hiştin, dibistan û dayingehên ku Esed ew bi ser serên zarokan de herifandin, 2400 dibistanên ku Esed ew herifandin, sedên dayingehên zarokan ku Esed ew kirine girtîgeh û wargehên işkenckirina girtiyan, gulîstanên zarokan ku keriyên Esed ew kirine leşkerxane, 17 hezar zarokên ku çekên Esed ew nêçîr kirine, û bi navê wijdanê mirovahiyê, û Hemza Elxetîb û bi navê zarokê ku Esed ew ji bilêvkirina navê bavê wî mehrûm kir em dozê li Civaka Navdewletî dikin ta bi berpirsiyariya xwe rabe. Ji aliyekî dî ve û piştî dayîna mafê jiyanê ji van zarokan re ji hêla civaka navdewletî ve, em doza parastina rêga fêrkirinê ya ku Esed ji roja yekê ji şoreşê de hewl dide wê armanc bike ta ku zaniyariya civakê ya xelkên Sûrî bidawî bike. Pêştirîn tiştên zarokên Sûrî nema wek yên zarokên cihanê tevan e, şêranî û lîstokên zarokan bala wan nakişîne, tiştê dixwazin, tenê dadweriya navdewletî, mafê jiyan û fêrkirinê wek hemû zarokên cîhanê bidin wan, û balafirên Esed bêçar bikin ku nema bermîlên teqîner biavêjin “.