Mihemed Xêr Elwezîr Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî salixên tiştê ko tê serê Sivîlan li Xûta Şamê ya Rojhilat bi destê Hêzên Esed weha anî ziman: “Tawanên cengê ne, Esed wan pêk tîne da têkçûnên xwe yên ko Artêşa Azad li Qunêtira û li Herêmên Xûta Rojava gihandinê vegerîne.
Bombebarandina rêbazkirî ya ko Rêjîma Esed li Dûma pêk tîne û heta ana 250 Sivîl ji xelkên Taxê bûne qurbanî û ew ziyanên ko digihên bajarên din ji kuştin wêrankirin û koçkirinê, dewletên cîhanê erkdar dike ku Berpirsiyariyên xwe yên Yasayî, Mirovî û Sinciyî hilgirin, û xwîna Sûriyan erzan nebînin, Sûriyên ku ji encama bêdengiya Navnetewî ya bê hempa, Rêjîmê her tiştên kirêt bi wan kirin”.
Herweha Elwezîr tekez kir ku armanckirina Hêzên Elesed “ji Sivîlan re li Dûma, ne tenê bi kuştin û derbiderkirinê ye, lê belê heta roja îro Dûma û Xûta Rojhilat dorpêçkirî ne, bi şêweyekî ku ji ya Israyîlê ji Xeza re li Filestînê xerabtir , ne Nan, ne Xwarin, ne sotemenî û ne Dermanên jiyana nexweşan li Xûta rizgar bike.
Esed van fişran dike da xelk xwe ji neçarî radest bikin , û ev armanca wî tu caran pêk nayê, tenê wê pêk bê eger zilam tev bimrin û tu kes ji bilî jin û zarokan li wan deveran nemînin.
Herweha Elwezîr dît ko amanckirina Dûma yek ji gelek karên leşkerî ye li ser Xûta, û Cober û derdora wê. Taxa Cober ketiye ber wêraniyeke rêbazkirî, çimkî Rêjîm ji pêşveçûna Şoreşgeran û gihandina wan ya Navenda Paytextê ditirse,ji ber ku Cober cîgehê Ewlekariya wî ya herî giring e.
Cihê Taxa Cober stratîcî ye çimkî ew cihê pevgirêdanê ye bi Xûta Şamê ya Rojhilat re,û ew cihê sawa herî mezin e ji Rêjîmê re.” Herweha Elwezîr di axaftineke berê de gotibû: “ Cober ketiye ber wêrankirineke rêbazkirî bi hemû cûreyên çekan, yên qedexekirî û neqedexekirî. Û kes jibîr nake ko Cober yek ji qurbaniyên bikaranîna çekên kîmawî bû, ya ko hat tomarkirin wek mezintirîn tawana cengê di sedsala 21 de di sala çûyî de, li ser destê beşar pêk hat.”
yekî ji Serperiştên meydanî yên Cober û Dûma, di hevpeyivîneke taybet de tekez kir “giring e piştgiriya Artêşa Azad bibe û çekên dijî tankan ji wan re dabîn bibin“ û Dît ko “Ev rê ya tenê ye ko dikare nexşeya Şoreşê li Herêmê biguhêre.”
Jêder: Hevbendî