Ragihandinek Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Ya Sûriyê
15ê Êlûnê 2014
Milîsên ” Yekîneyên Parastina Gel ” baskê serbazî ji Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD)re ,doh yekşemê kuştarek dermafê sivîlan pêk anî , li gundên Til Xelîl û Haciyê û Şermox li gundewarê parêzgeha Hesekê , di encamê de 55 kes şehîd bûn di nav wan de 13 zarok û pênc jin jî hebûn , ku malbatek bi tevahî hat tunekirin piştî xaniyê wan bi guleyên arbêjê hat armanckirin, li gor Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan.
Hevbendiya niştimanî sûrî kuştarên milîsên YPG dermafê jin û zarokên sivîl û bêçekan de şermezar dike, û Hevbendî tekez dike ku ev kirdeyên nemirovane hiştiye YPG têkeve rêza şaxên ku pabendiyê bi pransîbên şoreşê nakin, û bi kiryarên xwe dikeve bercewendiya rêjîmê de.
Hevbendî hişyariyê dide PYD li ser zêdegaviyên wê,yên ku herûher dubare dibin, dermafê sivîlan li parêzgeha Hesekê û gundewarên wê. Û tekez dike ku ev kar dikevin xizmeta pîlanên rijêmê de, yên ku dixwazin tevlîheviyê geş bikin û şerekî navxweyî di nav pêkhatên civaka Sûrî de encam bidin, û berdewamiya van şêweyên karan, handanê dide geşbûna tundrewiya milîperest û regezperest li herêmê.
Dilovaniya Xweda Ji Şehîdan Re
Saxbûb Bo Birîndaran
Azadî Ji Girtiyan Re
Serfirazî Û Azadî Ji Sûriyan Re.
Bijî Sûriya.