Wezîrê Tenduristiyê yê Desthilata Sûrî ya Demkî Ednan Hezûrî pêr rewşa penaberên Sûrî yên ji bajarê Cerabilusê “yê derdora Helebê” hatine ji nêzîk ve şopand, û hemû Penaber bicih kirin û ew derbasî kampa “Elislahiye” ya ko nêzîkî bajarê Entabê ye kirin.
Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ko hejmara Penaberên ji bajarê Cerabulisê hatine, yên ko doh ew di kampa Islahiye de bicih kirine 225 kes in anko 42 malbat in.
Di heman çax de Nexweşxaneyên Gorepanî yên Herêma Gundê Hemayê yên ko bi ser Wezareta Tenduristiyê ve ne, û bi taybetî Nexweşxaneya Gorepanî ya Yekê û ya Pêncan pêşwaziya birîndaran kirin, ew yên ko Firokên Rêjîma Esed vê sibehê bajarokên “Elerbe´în û Letmîn” li Herêma Gundên Hemayê yê Bakur ew amanc kirine.
Çareseriyên lezgîn ji bo wan hatine kirin, di heman çaxî de jî piraniya Birîndaran neştergerî ya ”Giştî û hestî“ ji bo wan hatiye kirin.
Jêder: Hevbebdî