Hêzên Rêjîma Elesed Bajarê Casim li Der´ayê bi Topan bombebaran kir di encamê de çend Birîndar ketin, di nav wan de Zarok û Jin hebûn.
Herweha Firokên Alesed Bajarokên Seyda û Otman û Elnaîmê li Der´ayê bi Topên giran bombebaran kirin. Digel avêtinaTopan bi ser bajarokê Nahita li Der´ayê ji aliyê Lîwayê 52an.
Firokên Cengî jî Bermîlên Teqîner li ser Bajarokê Algiraya li Derayê avêtin, hejmarek Birîndar ketin, hem jî Elgireya Rojava li derdorên Derayê amanc kirin bi pênc Bermîlên teqîner û Bombebarankirina bi Topan ji rexên Bajêr, di encam de Birîndar di nav sivîlan de çê bûn rewşa hinan di metirsiyê de ye. Herweha Bermîlên teqînok avêtin ser bajarokê Da´il li Derayê û wêraniyeke mezin di avahiyên wan de çê bû…
Jêder: Hevbendî û Komîtên Hevrêz