Firokên Cengî yên Rêjîma Alesed, êrîşên asmanî berdan ser Gundê Kefîr Elzeyt li Besta Bereda li Derdorên Şamê, di encam de du kes şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn.
Herweha bombebaraneke wek wê li ser bajarê Dûma li Derdorê Şamê çêbû,di encamê de Şehîdek sivîl û çend Birîndar ketin.
Di heman demê de Hêzên Alesed Rêya Serxaya bi guleyên Tankan amanc kir, di encam de Sivîlek şehîd ket û hin din birîndar bûn, hin ji wan rewşa wan metirsîdar e, ew birin nexweşxaneya meydanî li Zebedanî.
Li beraber wê jî, li Cobera Şamê pevçûnin tund di navbera Hêzên Alesed û Artêşa Azad de çê bûn, di bin êrîşên asmanî yên Firokên Rêjîmê li ser Bajêr , herweha pevçûnên tund li Herêma Milêha û Tayba li Derdorên Şamê di navbera Hêza Alesed û Artêşa Sûrî ya Azad de çê bûn.
Jêder: Hevbendî