Di pevçûnên navbera Hêzên Esed û Şoreşgeran de li derdorê bajarê Edra li herêma Gundên Şamê yên Rojhilat doh 30 leşkerên Beşar Elesed hatin kuştin û hinên din birîndar bûn.
Û erebeyek leşkerî (BMP) û Topek 23 û Tangek (T72) têk çûn, herweha bi teqîna mayîneke zemînî 7 leşkerên din li kinarê bajêr hatin kuştin. Hêj pevçûn di navbera Hêzên Esed û Hizbullah ji aliyekî ve û yên Artêşa Azad ji aliyekî din ve li Rojavayê çiyayê Qelemon berdewam e.
Di heman çax de jî pevçûn li ser tewera Ewlekariya asmanî li bajarê Heresta û li derdora Erbîn li Xûta Rojhilat di nav êrîşên asmanî ji Firokên Esed li Herêmê ku giha 6 êrîşan berdewam e. Ji hêleke din ve kesine nediyar Serperiştê Alaya “Fetih Elşam” Fehed Mehmûd Elkurdî li bajarê Heresta kuştin.
Jêder: Hevbendî+Simart+Şam