(Qamişlo – Hevbendi ) roja çarşemê 1-10-2014 Emîndariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS civata xwe li bajarê Qamişlo li darxist.
Li ser maseya Encumanê hin doseyên giring hebûn li hêviya stendina biryara Encumanê bûn, weke doza ENKS derbasbûna hêzên pêşmergeyên rojava yên li herêma Kurdistana Iraqê, û êrîşên dewleta islamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li ser herêma Kobanê, û ragihandina Encumana xwecih li Kobanê ji bo avakirina hêzeke leşkerî.
Civata Emandariyê heft demjimêran domkir, û di dawiya civatê de Tahir Sifûk serokê ENKS ji rojnamevanan re ragihand, ku civat bi kûrayî li ser doseyan sekinî û bi taybet rewşa Kobanê, û wan biriyar dane ku hêza leşkerî ya Encumana Xwecih li Kobanê biryara damezrirandina wê daye , ew hêzeke girêdayî Encumanê ye.
Sifûk berdewam kir û got: ” me bang li hêza Hevpeymana Navdewletî kir ku herêma kurdî bi giştî biparêze ji êrîşên çekdarên Daiş û rêjîmê, û peydakirina pêdiviyên mirovahî”.
derbarê rewşa Kobanê serokê ENKS wiha got” me nameyk şand ji nûnerên ENKS re di hemahingiya Sûrî de, û me doz li wan kir ku bilez pêdiviyên penaberên Kobanê bi cî bînin, û me doz li komîta têkiliyên derve ya ENKS kir ku dan û stendinan bi Hevgirtina Navdewletî re bikin da ku bi ENKS re têkiliyan bikin ji ber ku ew nûnerê gelê kurd e”.
Û derbarê derbasbûna pêşmergeyên rojava yên li herêma Kurdistana Iraqê perwerde dibin Sifûk got” biryara vê yekê hate li paşxistin ta civata Encumanê di 10 vê mehê de”.