(Hewlêr – Hevbendi – Hîwa can) Eger tu li kîjan cadeya hewlêrê bigere tê li zarokên sûrî rast bê ku kertên “Korêk”ê difroşin , û gelek ji wan zarokan di temenê 10 sal û kêmtir de ne , û beşek ji wan zarokana lîstikên zaroka difroşin yan gulan difroşin.
Me xwest sedema karê wan nasbikin kû bi zordariya malbatê xwe kar dikin yan ji xizanî kar dikin lê tu kesî ji wan zarokana bersiv nedida ji bilî zarokekî di temenê 10 salî de navê wî îsa bû wî tenê bersivek kurt da me û got “dibistan tuneye û rewşa xizaniyê zore û divê ez alîkariya bavê xwe bikim”.
Gelo rewşa îsa û yên weke wî ku kar li cadeyan û di nav tirimbêlan de dikin, bê ku xema mirina xwe dibin dûlabên yek ji wan tirimbêlan de bixwin, wê wilo bimîne û wê ev zarok dûrî dibistana bin û tenê wê alavek bin ji bo alîkariya xêzanên xwe , yan wê çareseriyek ji wan re bê dîtin.