Hêzên Elesed bajarê Dûma li Derdorên Şamê bi Topên giran bombebaran kirin di encamê de çend Şehîd û Birîndar ketin, herweha bombebarana li ser bajarê Heresta jî çend Birîndar ji nav wan Zarok jî li pey xwe hiştin.
Di heman demê de Firokên Elesed şeş Bermîlên Teqîner bi ser bajarê Zebedanî li derdorên Şamê berdan ûwêraniyeke mezin û çend Birîndar li pey xwe hiştin.
Her weha jî Firokên Elesed êrîşeke asîmanî birin ser bajarê Edra Elumaliye li Gundewarê Şamê di encamê de çend kesên sivîl birîndar bûn û ziyanên samanan çê bûn. Di heman çaxê de Hêzên Elesed bajarê Kiswê û Xan Şêxûn li Derdorên Şamê bi Topa giran û Şêlka bombebaran kirin çend Birîndar ketin hin ji wan di metirsiyê de ne. û li Şamê Hêzên Elesed Taxa Cober bi Topa giran bombebaran kir, hin Birîndar ketin. Herweha li Şamê, bombên Hawin ji jêderekî nediyar li ser taxa Elmalikî û Elmuhacirîn û Herêma Mezê 86 ketin.
Jêder: Hevbendî û Komîtên Hevrêz