Hêzên Esed bi çekên giran taxa Xiwêran li bajarê Hesekê topbaran kir, û di encamê de hin birîndar ketin û birînên hinan ji wan giran in hatin veguhestin bo naxweşxaneyeka meydanî di taxê de. li hember vê topbaranê şoreşgeran bersiva hêzên Esed dan û bi hawinan baregehên hêzên rêjîmê li navçeya Elvêlat Elhumir û derdora peykerê Serbazê nediyar topbaran kirin ku hin kuştî û birîndar ji serbazên Esed ketin. herwiha artêşa azad navendeka hêzên Esed li taxa Elmirêdiyan armanc kir û hin ziyanên rasterast pêkanîn . li Taxa Ezîziyê, hatûçûn hat qedexekirin ji bal çekdarên (PYD) ê û çeteyên Bergiriya Niştimanî. Herwiha hin ji çekdarên PYD û çekdarên Mêlêşiya bergiriya niştimanî veqetiyan û xwe gihandin nav refên şoreşvanan.
Jêder: Hevbendî +Tora Şam