Bi sedema êrîşeke asîmanî bi bumbeyên ku xazên jehrkirî di wan de bikar hatine 3 kes şehîd ketin û 45kes li derdora bajarê Erbîn li Xûta Rojhilat, li gor ajansa Smart ,duh êvarî ketin rewşên bihinçikandinê de.
Di wê navê de, Artêşa Azad destdanîna xwe li ser her du rêbendên ” Xaleya Diwem” û ” yalipêş” li bajarê Zebedanê li gundewarê Şamê piştî şerên dijwar di navbera wê û hêzên Esed de li herêmê tekez kir.
Di wî şerî de bumbeyên top û tangan û topehawinan ku jêderên wan “Hewş, Muesker, û Habîl” bûn bikar hat, herweha balifiran ji şeva bûrî de ta berbanga vê sibehê, 14bermîlên teqîner avêtin ser bajarê Zebednê û Çiyayê Rojhilat, bê ku birîndar an kuştî hebin.
Di wan deman de şoreşgeran êrîş birin ser du rêbendan li kêleka Hureyra ya bi ser bajarokê Bilûdan ve, Bakurê Zebedanê dikeve, di encamê de hejmarek ji leşkerên Beşar Elesed kuştin û tangek “T72” wêran kirin û tangek û erebeyek BMB bidest xistin.
Jêder: Hevbendî+ Şam+Smart.