Duhî yekemîn karwanê alîkariya mirovî ya ku netewên yekgirtî hinartî bi rêka derwazê Der’a yê Kevin geha destê Encûmena xocihiya bajarê Der’a, û ajansa Semart li ser devê Ziyad Elmihamîd serokê Encûmena xocihiya Der’a yê ragihand: ku” Encûmenê yekemîn karwanê alîkariyên navnetewî radest kir bi hevkariya Desteya Giştiya Berevaniya Sivîl”, û amaje kir ku” ew alîkarî di enbarên encûmenê de hatine komkirin “. û Elmihamîd balkişand ku ” vekirina derwazê navborî pêngavek mezine, û ev tê bi wateya ku netewên yekgirtî dest bi danpêdanê dike bi hêzên şoreşa Sûrî”. û got:” hêvî dikin gavên weha di paşerojê de jî bibînin “. û ji aliyekî din Xesan Elmesalima, rêveberê nivîsîngeha hewarçûnê di encûmena xocihî de, diyar kir ku ew alîkarî pêktên ji ” deh kemyonên barkirî bi keristeyên xwarinê û kelupelên nojdarî û alavên navmalan “. û Elmesalima bi telefonê ji “Semart” re got, ku nivîsîngeha firyagozarî ya encûmenê dê bi ” dabeşkirina alîkariyan li ser welatiyan di demjimêrên bê de, bi rêka komîteyên pesindkirî ji bal nivîsîngeha navhatî li taxên bajêr ” rabe.
Jêder:Hevbendî +Semart