Eniya Islamî dest danî ser serşoya “Belîxa” ya nêzîkî Kelhê li Heleba Kevin, piştî pevçûnên dijwar digel hêzên Esed. Wek bersivdan, hêzên Esed gelek bermîlên teqîner li hin navçeyên bajarê Helebê û gundewarê wê avêtin, ku gelek qurbanî ji nişteciyan ketin, her weha rûdana taxa Elme´adî, ku bi kêmayî 7 kesan jiyana xwe ji destdan, û 7ê din di bin avahiyên wêrankirî de man, ji ber zehmetiya derxistina wan. li aliyekî din, rêveberiya dergehê Kîkis li ser sînorê Turkyê ragihand , ji roja pêncşemê û heta heftiyekê, rê daye sûriyên li Turkyê derbasî Sûriya bibin, û rêveberiya derwazê Bab Elhewa li ser malpera xwe di “fecbook”ê de belav kirye, ku desthilata Turkyê rê daye derbasbûna Sûriyên ku hilgirên nasnameya Turkî ya demkî ne, derbasî Sûriya bibin,ev derfet ji îro de destpê dike û bo mawê heftiyekê didomîne, û ajansa Semart ji jêderekî ji rêveberiya derwazê Bab Elhewa, yê ku aniya Islamî û aniya Şoreşvanên Sûriya rêveberiya wî dikin, weha got ku: “ev biryar rê nade derbasbûna Sûriyên bê nasnameya Turkî ya demkî, ji ber ku Turkya danûstandinê bi nasnameyên Sûrî nake wek belgeyin durist”. rêvberiya derwazê navborî amaje kir, ku ji aliyê Turkî ve, belgenameyên tên pesindkirin tenê ev in: “Gêranên Pizêşkî yên mohrkirî ji nexweşxaneyên Turkyê, yan belge û nasnameyên hatîn derxistin ji aliyên fermî, wek pilêtên kampan û Daniştiname”. û heman jêderî da zanîn, ku ev biryar bo hemû derwazan e, ne tenê bo derwazê Bab Elhewa ye, û amaje kir ku yên derbas dibin dikarin hemû kelûpelan bi xwe re bibin û bînin ji bilî “çekan”.
Jêder: Hevbendî + Smart