Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Cîhanê nêzî deh salan bobelata ku rijêmê aniye serê gelê Sûriyê, û komelkujiyên dijî bisedên hezaran ji sivîlan, û gund û bajarok û bajar ruxandin, şopand. Lê civaka navdewletî guhên xwe ji bangên girtî û koçberkiriyan û sêwî û jinbiyan girt, û tenê çend daxwiyanî belav dikirin û bêzariya xwe nîşan didan.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, û gelê Sûriyê, bi riya hemû rê û alavan, bangên hişyarkirinê dişandin, û ji dostan û dewletên kartêker ên civaka navdewletî dixwest ku bi erkên xwe rabin derbarê parastina sivîlan û deveran azad bihêlin, û fişaran bikin ji bo biserxistina çareseriya siyasî, lê civaka navdewletî ti tevgera berçav nekir.
Ana û piştî tevaya nirxê ku sûriyan daye, û hemû bêkêriya navdewletî, û bang û daxwazên ku me dan, gelê Sûriyê operasyona “Mertala Beharê” wek bersiveke xurstî ji bangên xwe re dibîne, û wek gavekê ji bo qerabokirina hinek ji mirovahiya jidestdayî li ser asta navdewletî lê dinere.
Armanca operasyona “Mertala Beharê” ew e, rawestandina komelkujiyên rijêmê û siyaseta koçberkirinê û bidawîkirina tundrewî û terorîstiyê, û di piratîkê de beşdariyê di sepandina biryarên navdewletî de bike, û rewşê ji bo çareseriya siyasî ya di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî re amade bike.
Û ji aliyekî din ve, operasyona “Mertala Beharê”derfetek e, belkî ya dawî be, ji wan xortên ku rijêmê ew neçar kirine ji bo li kêleka wî şer bikin, tevlî xortên lihevhatin û agirbestan, û îro ji wan tê xwestin ku şaşiyên xwe rast bikin, di riya destberdana ji vê rijêma tewankar û cudabûna ji rêzên hêzên wê û standina helwesteke birûmet li kêleka gelê Sûriyê.
Artêşa Niştimanî ya Sûrî û artêşa Tirkiyê, pabendiyê bi tevaya peyman û rêkeftinên navdewletî dikin, û operasyonên xwe bi rengek pîşeyî pêk tînin, bêyî dest bidin sivîlan, û rêzgirtinek bi temamî ji tevaya bendên rêkeftinên Cinêvê re digirin.
Gelek caran cîhanê berê xwe guhertiye ji komelkujiyên berdewam ên rijêmê û hevalbendên wê dijî sivîlên sûriyê, û civaka navdewletî hêvî dikir ku ew karên tewankarî bibin beşek jibîrkirî ji dîrokê, lê xweragiriya sûriyan berovajî pêşbîniyên wan hat, û karîbû di bisalan di rûyê Rûsiya û rijêmê û Îranê de rawestin.
Tirkiyê îro di bervaniya di ber hêminî û paşeroja xwe de ye, û erkê ku gerek bû civaka navdewletî ji berî çend salan de kiriba dike, û piştgiriya wê ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî re tevgereke giring e ji bo parastina sivîlan, û ew tevgera wan ji bo parastina nirxên mirovahiyê û yasayê ye, û ew takerê ye ji bo saxhiştina çareseriya siyasî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
2 adar 2020