Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekez kir ku operasyona Mertala Ferat ya ku Tirkiyê destpê kirîye wek bersivê ji bangên Sûriyan re bû, piştî ku civaka navdewletî guhê xwe ji bangên girtî û koçberkiriyan û sêwî û jinbiyan girt, û tenê çend daxwiyanî belav dikirin û bêzariya xwe nîşan didan.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de duh êvarî got ku piştî tevaya nirxê ku Sûriyan daye, û hemû bêkêriya navdewletî, û bang û daxwazên ku me dan, gelê Sûriyê operasyona “Mertala Beharê” wek bersiveke xurstî ji bangên xwe re dibîne, û wek gavekê ji bo qerabokirina hinek ji mirovahiya jidestdayî li ser asta navdewletî lê dinere.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku Armanca operasyona “Mertala Beharê” ew e, rawestandina komelkujiyên rijêmê û siyaseta koçberkirinê û bidawîkirina tundrewî û terorîstiyê, û di piratîkê de beşdariyê di sepandina biryarên navdewletî de bike, û rewşê ji bo çareseriya siyasî ya di riya cîbicîkirina biryarên navdewletî re amade bike.
Û Hevbendiyê dît ku, operasyona “Mertala Beharê”derfetek e, belkî ya dawî be, ji wan xortên ku rijêmê ew neçar kirine ji bo li kêleka wî şer bikin, tevlî xortên lihevhatin û agirbestan, û îro ji wan tê xwestin ku şaşiyên xwe rast bikin, di riya destberdana ji vê rijêma tewankar û cudabûna ji rêzên hêzên wê û standina helwesteke birûmet li kêleka gelê Sûriyê.
Û Hevbendiyê diyar kir ku Tirkiyê îro di bervaniya di ber hêminî û paşeroja xwe de ye, û erkê ku gerek bû civaka navdewletî ji berî çend salan de kiriba dike, û piştgiriya wê ji Artêşa Niştimanî ya Sûrî re tevgereke giring e ji bo parastina sivîlan, û ew tevgera wan ji bo parastina nirxên mirovahiyê û yasayê ye, û ew takerê ye ji bo saxhiştina çareseriya siyasî.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekez kir ku Artêşa Niştimanî ya Sûrî û artêşa Tirkiyê, pabendiyê bi tevaya peyman û rêkeftinên navdewletî dikin, û operasyonên xwe bi rengek pîşeyî pêk tînin, bêyî dest bidin sivîlan, û rêzgirtinek bi temamî ji tevaya bendên rêkeftinên Cinêvê re diyar dikin.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî