Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Ji roja yekem ya Şoreşa Sûriyê û heta niha welatiyên sivîl armancên sereke ne ji rejîma Esed û hevalbendên wê û piştevanên wan re, ji bo ku armancên xwe bicih neynin, û parastina toreya sitemkarî û tawankariyê û gerantiya berdewamiya destkeftên hejmareke kêm ji tawanker û alîgirên wan û hiştina Sûriyê wek navend û kaniya tûndî û belavbûna teror û tevliheviyê li deverê.
Rejîma Esed tevahiya destpêşxêriyan red kirin, û pabendî ti rêkeftin û biryareke navdewletî girêdayî rewşa Sûriyê nebû, çi biryarên girêdayî agirbestê yan yên girêdayî çareseriya siyasî.
Di heyama hemû salên şoreşê de piraniya şehîd û birîndaran ji encama tawanên şer yên rasterast û projeyên cînosayd û koçberkirina bi zorê bûne qurbanî, li beramber hin rewşên çekdar û leşkerî.
Serjimêrî û raportên belgekirî tekez dikin ku sivîl qurbaniyên topbarana rejîmê ne,û mal û xanî têne armanckirin, û ev yek rêjeya şehîdan di nava zarok û jinan de di dema derbasbûyî de ji encama topbarana Idlibê eşkere dike.
Di meha Sibata derbasbûyî de tenê şehîdbûna 112 sivîl ku 28 ji wan zarok û 26 jin in hatiye belgehkirin, herwiha 223 birîndar ji encama armanckirina rejîm û hevalbendên wê ji tevahiya deverên Idlib û Gundewarê Hemayê re, herwiha ketina herî kêm 1000 top û rokêt û 100 rokêtên Enqûdî û 18 rokêt ku bûne sedema kuştina zêdetir ji sivîlan, û koçbûna bi dehên hezaran û çêbûna wêraniyeke zêde li bajarok El-Tih û Cercenaz û Xan Şêxûn û Meret El-Numan.
Binpêkirinan li deverên rêkeftina devera bêçek bik, herwiha tekeziyê li ser bikaranîna mekanîzmên çavdêrî û bidûvçûnê ya ku rêkeftin li ser hatiye kirin, û wergirtina tedbîrên pêwîst ji bo nehiştina arasteya rêkeftinê û reva ji sizakirinê.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê bangeke lezgîn arasteyî dewlet û rêxistin û dezgeh û çalakvanan ji tevahiya cîhanê dike bi taybet yên ku piştevaniya şoreşa gelê Sûriyê kirin û beşdarî di nerîn û xwestekên wan de kirin, û daxwaza pêşkêşkirina piştevaniya rasteqîne ji gelê Sûriyê re li ser hemi astan kir, herwiha pabendbûn bi piştevaniya mafên wî yê rewa di azadî û dadwerî û rûmet û jiyana di jêr dewleteke sivîl demkrat ya fireh alî de.
Hevbendî tekeziyê li ser pêwîstiya avakirina helwesteke navdewletî ya bihêz dike ku sînorekî ji binpêkirin û tawanên topbarana rojane re deyne û rê li ber çareseriya siyasî yarasteqîne li gor biryara 2254ya Cinêvê xweş bike, bi taybet tişta girêdayî veguhestina siyasî û desteya desthilatdariya veguhêz bi temamiya desthilatan.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê
Rêveberiya Pêwendî û ragehandinê
1 Adar 2019