Di kongirekî navdewletî yê ji bo gengeşekirina rewşa jin û zarokan di zindanên rêjîmê de, jineke Sûrî ya berê di wan zindanan de girtî bû, ew tundûtûjiyên di zindanên Esed de dibin eşkere kirin. Wek beşekî ji “ Bizava Zamîr ya Navdewletî” ya ku di meha bûrî de li Stenbolê dest pê kir, û li gor pilana jê re hatiye danîn , ew dê ta 8 heyva adarê ku “Roja Jinê ya Cîhanî ye” berdewam bike.
Û Semer Alxalid, a ku di zindanên rêjîmê de girtî bû, di parçrvîdyoyekê de ku ajansa Anadol doh belv kiribû, got ku dengê hawara zarokan ji encama işkenceyê di zindanên rêjîmê de bi şev nedihişt ew razên.
Û jina girtî ya ku xwedana peymangehekê bo hînkirina Quranê bû, got ku ew sala 2014 li Şama paytext li ser destl aliyekî ewlekariyê ku li benda wê bû li riya mala wê hatibû girtin.
Jina girtî diyar kir ku “ Rewşa hevalên wê yên jin di zindanê de pir pîs bû, kurman dest bi xwarina çermên wan kiribû, zindan pir tarî bû, tenê di dema vekirina derî de ronahî xwiya dibû, paş re ez veguhestim zindaneke pir teng, ta radeya ku mirov nikarîbû têde rûne, Hestiyên min ji rawestana ser lingan ziwa bûn”.
Û derbarê ku kesên girtî di zindanên rêjîmê de tenê dibûn “hejmarek” , Xalid tekez kir ku dergevanên zindanê ti carî bi navên wan bang li wan nedikir, lê tenê navê her yekê ji wan hejmarek bû.
Û jina girtî got ku wan dest bi işkencekirina wê bi kehrebekirinê kir, û her dem mukurhatin jê dixwestin. Û got ku jinên pizîşk her weha yên zanyar di zindanê de hebûn, û rewşa wan pir ji ya wê dijwartir bû.
Kongirê ku di bin duruşma “ Ta Rizgarkirina Tevaya Jin û Zarokan” hatibû lidarxistin, daxwaza livandina dosya girtiyên di zindanên Esed de bi giştî kir, di riya hişyarkirina nihadê cîhanê.
Û hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, dibîne ku tiştê veşartî di zindanên rêjîmê de dibin , pir ji yên belvbûyî dijwartir in, û tekez kir ku rêjîmê bi dehên hezaran girtî kuştine ji bo tewanên xwe veşêre, û Hevbendiyê her weha got ku rijêm ji wan agahiyên derbarê tewanên wê yên di mejiyê girtiyan de mane ditirse, wek ew şewatgehên di raporên navdewletî de hatine.
Û li gor rêxistinên mafnasiyê, hejmara girtiyan di zindanên Esed de bi kêmanî 500 hazar kes e, û hejmara jinên ku tuşî işkence û tecawiza sêksî bûne 3500 jin e. Û ta niha nêzî 700 jinê di binê zindanên rêjîmê de girtî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî