Rojnameya Guardian ya Birîtanî di gotareke xwe de berpirsiyariya dewletên Ewropî bo şopandina tawankarên cengê li Sûriyê gengeşe kir, û bi taybetî serê rijêmê Beşar Elesed, li pey bîrdozên girtinê yên Ewropî yên derheqê berpirsiyarên êşkenceyê di binê zindanên Esed de.
Nivîskar Natalî Nogayrîd di gotara xwe de aniye ziman ko bîrdozên girtinê yên li Elmanya û Firensa derheqê sê efserên Ewlehiya rêjîma Esed derketine ‘’ Ronahiyeke hêviyê dide qurbaniyên wan, ku wê dadwerî li welat di paşerojê de pêk were.‘’
Nivîskarê tekez kir ko ‘’Tîmin zîrek yên Netewên Yekbûyî hene, bi tonan nîşandek libal wan hene ku berpirsiyariya serpereştên rêjîmê ji wan jî Esed di ber komkujiyên pêk anîne diyar dikin, û ew belgeh ji Sûriyê derxistine, ‘’ û anî ziman ko ‘’ Rewşa siyasî ya nuha dê bête guhertin û Esed hêj temenê wî 53ê sal e‘’
Nivîskara Birîtanî bal kişand ser ku ‘’Rêka bicîkirina dadweriyê dirêj e, lê tekez e, bi taybetî dadgehên ewropî di çalakiyeka mezin de ne ji bo sûdegirtinê ji nîşandekên di destên wan de, bo berpirsiyarên tawankariyên cengê dadgeh bikin. ‘’
Nogarîd dibîne ku hebûna bi sedhezaran penaberên Sûrî li Ewropa wê dike ber berpirsiyariyekê ko peydeçûna Esed û zilamên wî bike, yê ko di heşt salên bûrî de welat wêran kir.
Nivîskara Birîtanî got ‘’ Tiştê li Firensa û Elmanya çêbû tenê agehdarkirin bû, ko çendî dem derbas bibe jî , dê destê dadweriyê bigehê tawankaran ‘’, her weha hebûna wilayeta dadweriya cîhanî rê dide dadgehên Ewropî ko tawanbarên tawankariyên cengê dadgeh bikin.
Nivîskarê destnîşan kir ku ‘’ Cîbicîkirina dadweriyê bo dabînkirina pakî û diristiya me ye, çimkî nifşên dahatî dê bipirsin ka me çi derbarê komkujiyan kir, yên ko bi sedhezaran kes di wan de hatine kuştin û bi milyonan derbider û perîşan bûne, û wê bipirsin ka me çi kir ji bo dabînkirina dubarenekirina van bobelatan, tev ko ji gava cenga cîhanî ya duyemîn de çêdibin.‘’
Her weha navenda Sûrî ya lêkolîn û vekolînên yasayî û şirîkanên wê, di 05 çêriya paşî ya bûrî bi derxistina bîrdozên girtinê derheqê sê berpirsiyarên ewlehiya Sûriyê biser ketin, ya ko ji dozdarê giştî yê firensî derxistiye ew jî ev in: Cemîl Hesen birêveberê ewlehiya asmanî, Elî Memlûk birêveberê ewlehiya niştimanî û Ebduselam Mehmûd serokê şaxa vekolînê ya ewlehiya asmanî û ev wek destekên Beşar Elesed in.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kiriye ko giring e alava bêlayen ya navdewletî ya serbixwe kartêker bibe, ya ko sala 2016ê ji bo piştgiriya bizavên lêpirsîna tawankariyên cengê li Sûriyê bikin, hem dosya dadwerî bêtir tevbidin, û dadgehin taybet çêbikin bo tawankariyên cengê û tawankariyên lidijî mirovîniyê yên ko li Sûriyê çêbûne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Nişûtimanî/Elerebî Elcedîd