Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Jêderekî berpirs di Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê de ev daxuyanî da:
Hevbendiya Niştimanî berpirsyaretiya kuştina sivîlan û encamdana kuştarên hovane yên bi mebest û hevdem ligel civînên Viyêna têxe stûyê heryek ji Rûsiya û Îranê û rêjîma Esed, ku ev yek dibe nîşana wê yekê ku dibe sedema lawazkirina hewl û bizavên rawestandina dijminkariyê û bidawîkirina tundutîjiyê.
Tevî Rûsiya dibêje ku ew bitenê rêxistina DAÎŞê armanc dike, lê wê di maweyê heyvekê de û ji binyatê 1150 êrîşên esmanî bitenê 60 êrîş birine ser navçeyên DAÎŞê, êrîşên din li ser navçeyên sivîlan yên rizgarkirî û hin navçeyên artêşa Azad hatin kirin.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji Civaka Navdewletî dike bi hilgirtina erk û berpirsyaretiyên xwe û şermezarkirina destdirêjiya heryek ji Rûsiya û Îranê û peydakirina parastina pêwîst bo sivîlên Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
30 Çêriya Pêşîn 2015