Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Şehîdên Til Temerê hejmara 20 derbas kiriye, û ya birîndaran gihiştiye 100 kesan, ji encama 3 teqînên terorîstî yên hovane li şeva bûrî li dijî bajarokê Til Temer li Hesekê, û raport û şahidhal tekez dikin ku tawan hatin encamdan bi rêka otombêlên bombekirî li dijî tax û navenda bajarokê Til Temer ku bûn sedema qurbanî û ziyanên madî yên mezin.
Hevbendiya Niştimanî van tawanan şermezar dike, hevdem balê dikişîne ku ev tawan bi şêwazê xwe di cêbecêkirin û destnîşankirina armancan de bi yên rêxistina DAȊŞê diguncin û her weha bi kiryarên rêjîma Esed re li dijî sivîlên Sûriyê li sercem navçeyên welat, hevdem balê dikişîne ku rêjîm û hevalbendên xwe îro digerin ku ji rûbirûbûna karûbarên navdewletî derbarê çareseriya siyasî di Sûriyê de berevin.
Di dema ku Hevbendiya Niştimanî sersaxiya kesukarên şehîdan dike, yên bûne qurbaniyên van teqînên teroristî li ser destê tawanbarên zikreş ji bona belavekirina bêhtirîn tevlîheviyê, hevdem tekez dike ku Cîhan îro têdigehe ku îro hîç rê nîne bo rûbirûna terorê ya bi berdewamî Sûriya û derveyê wê armanc dike, nabe bê qutkirina jêderê serekî yê terorê ya ku pêktê ji rêjîma Esed ya ku her ji destpêka şoreşê dûvçûna encamdana kiryarên terorist bi her awayekî berdest û hemû kiryarên terorist bi rêka zemînî î esmanî encam dide, bi rêka piştgiriya herdu dagîrkarên Rûsî û Ȋranî û çekên kuştin û tawankariyê lidijî singa gelê Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Nivîsîngeha Ragihandinê
11 çilê pêşî 2015