Daxwiyaniyeke Rojnamevan
Rijêma Esed yaku bi dirêjiya nîv sedsaliya bi stemkarî û tawanê xwe sepandiye, kêmtirîn asta rûmet û hestê niştimanî li bal wê tune ye, ji ber ku tawanbarê bav serokê berê yê rijêmê di rojek wek îro de berî 54 slan, Colana sûrî firot û dest jê berda bêyî ku guleyekê jî biteqîne, û devera Colanê kir cihekî aram bo dagîrker bi dirêjiya dehên salan.
Tawanên mîna wê îro lawê wî yê tawanbar Serokê rijêmê yê niha pêk tîne, ji ber ku hêzên dagîrker anîn sûriyê, û hişt ku ew welêt kontirol bikin, tenê ji bo ku rijêma xwe biparêze, û kiryarên stemkarî û tawanan berdewam bike.
Vê rijêmê tucarî newêrabû ku hêza xwe li hember tu kesî bikar bîne, ji bilî sivîlên gelê sûrî, û balefir û hîlokopter û mûşekên rijêmê tenê sîngên sivîlên ku azadî û dadwerî û rûmet xwestine armanc kirin.
Zîndan û amûrên asayîşê tucarî kesên gendel û sîxur binçav nekirine, lê li şûna wan baştirîn keç û xortên Sûriyê yên azadî û mafên xwe yên rewa xwestine girtin.
Dagîrkeriya Îsraîlê li ser xakên erebî tawaneke berdewam e, û bi çi awayî be em mafê gelê sûrî û mafê gelê filestînê bernadin, her weha mafê gelê filestînî di vegera ser mal û xaka xwe de.
Xebata gelê sûrî dê berdewam bike, ta armancên xwe di rizgariya ji stemkariyê û vegerandina tevaya xakên hatine dagîrkirin û yên hatine firotin pêk bîne, û hemû hêzên dagîrker û milîsên pêve girêdayî biqewtîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
10 hezîran 2021