Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Roja Cîhanî ya Dijî Xistina Zarokan di ber Karan de,helkeftek e ku em têde berpisyariya tevaya aliyên herêmî û navdewletî û dost û bira derbarê ketwarê Sûriyê bibîr bînin, nemaze tiştê ku nifşek bi temamî têde rastî fişar û derdeseriyan tên, rêjeyeke mezin ji zarokên sûrî mafê fêrbûnê ji dest dane, û îro tevî malbatên xwe tûşî arîşeyên aborî yên mezin tên, di heman dema rewşa jiyanê ya dijwar de.
Bi sedhezarên zarokan li sûriyê niha sêwî ne, û bi melyonan jî derfet ji wan re çênebû ku zaroktiya xwe bijîn, û bêhtirê wan rastî fişarên derûnî yên mezin hatine, ew jî beşek e ji tiştê hatiye serê gelê sûrî bi gelemperî, û tevî wê rewşa xirab îro neçar in ku berpisyariyên ku ji temenê wan mezintir in hilgirin.
Dibistanên zarokan û yarîgehên wan bûn armanca balefirên rijêmê û dagîrkerê rûsî, û di riya bombebarana bi mebest û rêbazkirî re bi sedan hatin rûxandin, û hejmareke mezin jî ji zarokan çek rakirin, çi ji aliyê rijêmê ve be an ji hêla milîsên pêre şer dikin be, ta bighêje milîsên PKK yên terrorîst.
Berdewamiya rewşê li sûriyê bi vî awayî, tê wateya ku nifişin nû ji zarokên sûriyê dê ji bidestxistina derfetên hînbûn û xebatê bêpar bin, ew jî dê bihêle ku rêjeya bêkariyê û hejmara kesên bêkar zêde bibe, û ew rewş dê jîngehekê ji tudî û nezaniyê re biafrîne, û hemû alî tevî aliyên navdewletî yên çalak dê berpisyariya encamên wê hilgirin.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku zarokên sûriyê rizgar bikin, û li ser rawestandina curbecur rengên binpêkirinên ku zarok rastî wan tên kar bikin, û kêşeya xistina zarokan di ber karan debi rengekî berdewam rawestînin, û ji civaka navdewletî tê xwestin ku xebatê ji bo rawsetandina bobelata li sûriyê didome, her weha çi şaxên kêşeyên jê peyda dibin, bikin.
Herdem me tekez kiribû ku çareya siyasî rêya xwezayî û tekane ye, yaku hêviyên rasteqîn bo rawestandina kêşe û bobelatên ku rastî gelê sûrî tên hildigre, bobelatên berdewam yên ku gefê didin ketwar û pêşeroja deverê û cîhanê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
12 hezîran 2021