Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Tawana cengê yaku îro di riya armanckirina nexweşxaneya Elşifai li herêma Efrînê bi mûşekên ku ji deverên di bin kontirola rijêma Esed û Milîsên PYD yên teroristî de hatine avêtin, bû serdema şehîdketin û birîndarbûna bi dehan ji xelkên sivîl. Ev bûyera metirsîdar yekser li pêşiya civaka navdewletî tête danîn, daku helwesteke cidî dijî tawanên rijêmê û yên milîsên PYD yên terrorîst bistîne, û piştgiriya wan rawestîne, ji ber ku ew piştgiriya kesên sivîlan dikujin dike.
Milîsên PYD yên terrorîst û tevaya destekên rêxistina PKK ya terrorîst li Sûriyê, têkliyên wan ên kûr bi rijîma Esed re eşkere dike, û ew rêxistin binpêkirin û tawanên cengê yên ku rêjîm bi piştgiriya rûsiya û îranê bi dirêjiya salên bûrî pêk tîne kopî dike.
Bombebarana teroristî yaku îro pêkhatiye, di riya bikaranîna mûşekan û bombebarana topxaneyan dijî beşê amadebaşiyê di nexwaşxaneya Elşifa li Efrînê armanc kir.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji aliyên navdewletî yên ku piştgiriya vê rijêmê dikin daxwaze, ku helwestên xwe serast bikin, û helwesteke eşkere derbarê redkirina piştgiriya çi rêxistinên teroristî li Sûriyê raghînin, nemaze ewên nexwaşxaneyan armanc dikin û bijîşk û nexwaşan di bin navê demoqrasiyê de dikujin.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ku helwestên bêdengiyê ji aliyê dewletan ve derbarê tawanên van rêxistinan red dike, û careka dî daxwaza jihevxistin û qewtandina hemû kom û milîsên teroristî dike, her weha derxistina tevaya çekdarên biyanî ji nav xaka Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
13 hezîran 2021