Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyb Erdogan derbarê herdû komelkujiyên ji aliyê milîsên PYD ve dermafê nexweş û kadroyên bijîşkî di nexweşxaneya bajarê Efrînê de û dijî xwepêşandanên sivîl ên li Minbijê pêkhatine kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku nîşanên tevlêbûna milîsên PYD di operasyonên dijminkarî û teroristî de diyar in, û got ku vê rêxistinê di wan operasyonan de mayînên teqîner bi awayekî pispor û bi rengekî berdewam û rêbazkirê bikar anîne, û sivîlan li deverên rizgarkirî armanc dike, daku rêya avakirina ewlehî û aştî û aramiyê li deverê asteng bike, û xelkê mijûl bike daku xebatên hevbeş di cîbicîkirina pîvanên serdariya yasayê û xurtkirina mafên mirovan de çêdibin nebînin.
Û Elherîrî bal kişand ser ku acizbûneke gelêrî ya berfireh li bal sûriyan li deverên di bin kontiorola Milîsan de heye, û bi ser de rewşa gendelî yaku di nav rayedar û destekên wan de belav bûye, û got ku Milîsên PYD yekser di xizmeta rêxistina PKK ya terrorîst de ne, û hevpeymaneke wan a stratîcîk û berdewam di bin re bi Îranê û rijêma Esed re heye.
Û Elherîrî anî ziman ku qedexekirina terorê berpisyariyeke navdewletî ye, ew jî li gel çespandina tevlêbûna milîsên PYD di tawanên cengê û qirkirin û tawanên dijî mirovahiyê de, û daxwaza desttêwerdaneke leşkerî li kêleka gelê sûrî û Artêşa Niştimanî ya Sûrî bo derxistina Milîsên PYD ji herdû bajarên Tilrufet û Minbijê û tevaya deverên sûrî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinaê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî