Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Serokê Emerîka, Joe Biden, derbarê herdû komelkujiyên ji aliyê milîsên PYD ve dermafê nexweşan û kadroyên bijîşkî di nexweşxaneya bajarê Efrînê de û dijî xwepêşandanên sivîl li Minbijê pêkhatine kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku nîşanên tevlêbûna milîsên PYD di operasyonên dijminkarî û teroristî yên ku sivîlan li deverên rizgarkirî armanc dikin eşkere ne, û bal kişand ser ku ew kar bi armanca astengkirina rêya avakirina ewlehî û aştî û aramiyê li deverê ye, û xelkê mijûl bike daku xebatên hevbeş di cîbicîkirina pîvanên serweriya yasayê û xurtkirina mafên mirovan de çêdibin nebînin.
Û got ku milîsên PYD bi awayekî rêbazkirî di girtina kotekî û binçavkirin û îşkencekirin û kuştinê de berdewam in, her weha di dijminkariya dijî saman û malûmilkên xelkê deverê û leşkerikirina zarokan de.
Û Elherîrî diyar kir ku milîsên PYD pere û çekên ji Hevpeymana Navdewletî bo şerê terorê wergirtine di dijminkariya dijî sivîlan û mafên wan de bikar anîne, û bal kişand ser ku wan milîs nikaribûn terorê bidawî bikin, û nejî karîbûn rê li ber vegera rêxistina Daişê bigirin.
Û Elherîrî amadebûna xwe ya tam bo hevkariya ligel Emrîka di şerê terorê di hinder pilaneke tam de anî ziman, û bal kişand ser ku nehêlana terorê di qunaxa navîn û dûr de, hewcedarî hevpariya li ser xakê ye, li gel kesên ji xelkê deverê pejrandî bin.
Û Elherîrî daxwaza rawestandina piştgirya leşkerî û siyasî ji ser milîsên PYD ji Serokê Emrîkayê kir, herweha çekên giran yên ku dane wan ji wan bistînin, ji ber ku ew çek di binpêkirinên mezin û rêbazkirî dijî mafên mirovan de bikar tînin.
Û tekezî li ser pêwîstiya derxistina milîsên PYD ji herdû bajarên Til Rufet û Minbijê û tevaya deverên sûrî yên dîtir kir, û ku yekser desttêwerdanê ji bo serbestberdana girtiyan bike, û derbaskirina saziyên mafnasî ji aliyên navdewletî yên serbixwe ve, bo hundirê zîndanên veşartî û yên eşkere bisepînin.
Û Elherîrî daxwaza parastina mafên xwedîtiya malûmilkên kesên ne li welat û yên li welat kir, û bi rengekî cidî û yekser vegera penaberên sûrî ji xelkê deverên rojhilat bi awayekî ewle û ji def xwe ve misoger bibe.
Û Elherîrî cextî li ser giringiya vekirina lêpirsîneke navdewletî ya bêalî derbarê binpêkirinên ku milîsên PYDe pêktînin kir, û kesên tevlî binpêkirinan bûne bêtin cezakirin û mafên qurbaniyan bête dayîn, û encamên kiryarên nijadperestî yên ku milîsên PYD disepînin werin çareserkirin.
Û daxwaza parastina bîrên neftê û jêderên samanên gelê sûrî yên li deverê kir, û ku ew saman di xizmeta dabînkirina alîkariyên mirovahî bo tevaya sûriyên li hemû deveran de be.
Û xwest ku destpêşxeriya Hevbendiya Niştimanî derbarê rêvebirina deverê ji aliyê xelkê wê ve bipejirîne û palê bide ser Hevbendiyê ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê, her weha pabendî bi yasaya navdewletî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinaê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî