Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, li gel Tîmê Yekîtiya Ewropa yê taybet bi Sûriyê civiya, daku pêre behsa doseya sûrî li gor rewşa herêmî û navdewletî bike.
Û di civînê de, Cîgira Serok Ruba Hebûş û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve, Ebdilehed Istêfo, û Cîgirê Rêvebirê Cîbicîkar yê Doseya Rojhilata Navîn û bakurê Efrîkayê, Carina Hallergard, û Şanderê Yekîtiya Ewropa bo Sûriyê, Gylas Pertrand, û Seroka Beşê Siyasî yê Şanderê Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê Anna Borland amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî spasiya xwe bo Yekîtiya Ewropa li ser helwestên wê bermber şanoya hilbijartinên ku rijêma Esed pê rabûye pêşkêş kir, û daxwaza roleke çalaktir derbarê doseya Sûriyê kir.
Û li ser pêwîstiya danîna sînorekî li pêşiya berpêkên rijêmê û sponserên wê derbarê karê Komîteya Destûrî ya Sûrî axivî, ji ber ku ta niha tu soz bo dema gera şeşemîn nehatine danîn, her weha negihiştine tu encaman, û ti pêşketin di warê naverokên destûrî de çênebûye.
Û Elherîrî tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî tevaya milîs û rêxistinên teroristî li rojhilat û rojavayê Sûriyê red dike, û cextî li ser pêwîstiya paqijkirina xaka Sûriyê ji hemû şervanên biyanî kir.
Û Elherîrî tekez kir ku vekirina dergehan li pêşiya alîkariyên mirovî dozeke mirovahî ye û bi çar milyon mirovên li bakurê sûriyê dijîn ve girêdayî ye, û daxwaza pêwîstiya dîtina çareyeke berdêl ji aliyê civaka navdewletî ve kir, daku li hember VETOyê Rûsî rawestin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve, Ebdilehed Istêfo, careke din tekezî li ser giringiya vekirina dergehên mirovahî kir.
Û Istêfo daxwaza pêwîstiya şopandina daxwiyaniya Wezareta Koçberiyê ya Yonanistanê ku dibêje: “Tirkiya dewleta sêyemîn a ewle ye bo kesên mafê penaberiyê dixwazin”, û tekez kir ku divê lêveger bo wê bête çêkirin, daku bandora wê yên nerênî li sûriyan nebe.
Û Istêfo daxwaza şopandina rewşa penaberên sûrî li Danîmarkê kir, û tekezî li ser pêwîstiya rawestandina biryarên Biroksilê di vê doseya hestiyar de kir, her weha biryarên Hikûmeta Danîmarkî dermafê hejmarek ji malbatên sûrî yên li wî welatî dijîn derxistiye rawestînin, û nehêlin ti pirosesa koçberkirinê dermafê wan çêbibe.
Û ji aliyê xwe ve Tîmê Ewropî, tekez kir ku êrîşa ku bajarê Efrînê armanc kiriye bi hemû pîvanan êrîşeke teroristî bû, û divê sînorek ji êrîşên ku sivîlan armanc dikin re were danîn.
Û Tîmê Ewropî tekezî li ser giringiya doseya vekirina dergehên mirovahî kir, û bal kişand ser ku bizavên Yekîtiya Ewropa bo hevkariya li gel aliyên têkildar wek Tirkiyê û ofîsa Netewên Yekbûyî li Enqerê û Gazî Entab, ji bo parastina derwazên sînorî ji bandorên siyasî ji ber ku ew dosyeke mirovahî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinaê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî