Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, yadnameyeke yasayî arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres derbarê herdû komelkujiyên ji aliyê milîsên PYDe ve dermafê nexweş û kadroyên bijîşkî di nexweşxaneya bajarê Efrînê de û dijî xwepêşandanên sivîl ên li Minbijê pêkhatine kir.
Û Elherîrî bi yadnameyê re, lîsteyek ku têde navên qurbanî û birîndarên di teqîna Efrînê ya teroristî de canê xwe jidest dane, û yên qurbaniyên ku di xwepêşandanên ku têde xelkê sivîl dijî milîsên PYD derketine nivîsandine.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku nîşanên tevlêbûna milîsên PYD di operasyonên dijminkarî û teroristî de diyar in, û got ku vê rêxistinê di wan operasyonan de mayînên teqîner bi awayekî pispor û bi rengekî berdewam û rêbazkirî bikar anîne, û sivîlan li deverên rizgarkirî armanc dike, daku rêya avakirina ewlehî û aştî û aramiyê li deverê asteng bike, û xelkê mijûl bike daku xebatên hevbeş di cîbicîkirina pîvanên serdariya yasayê û xurtkirina mafên mirovan de çêdibin nebînin.
Û bal kişand ser ku milîsên PYD bi awayekî rêbazkirî di girtina kotekî û binçavkirin û îşkencekirin û kuştinê de berdewam in, her weha di dijminkariya dijî saman û malûmilkên xelkê deverê û leşkerikirina zarokan de.
Û Elherîrî diyar kir ku acizbûneke gelêrî ya berfireh li bal sûriyan li deverên di bin kontiorola milîsan de heye, û bi ser de rewşa gendelî yaku di nav rayedar û destekên wan de belav bûye.
Û Elherîrî xwest ku vê yadnameyê di nav belgeyên Netewên Yekbûyî de tomar bikin, û divê li ser dewletên endam belav bibin, û ji bo amûrên navnetewî û ajansên pispor re bo rêşûnên pêwîst birêkin, û komelkujî û binpêkirinên ji aliyê milîsên PYDe e pêk tên şermezar bikin, û rêşûnin pêwîst bo rawestadina binpêkirinan û vegerandina mafê qurbaniyan û sizakirina tawanbaran bistînin.
Û Elherîrî ji Hevpeymaniya Navdewletî daxwaza rawestandina piştgirya leşkerî û siyasî ji ser milîsên PYDe kir, her weha çekên giran yên ku dane wan ji wan bistînin, ji ber ku wan çekan di binpêkirinên mezin û rêbazkirî dijî mafên mirovan de bikar tînin.
Û Elherîrî daxwaza kar li se parastina mafên xwedîtiya malûmilkên kesên ne li welat û yên li welat kir, û bi rengekî cidî û yekser vegera penaberên sûrî ji xelkê deverên rojhilat bi awayekî ewle û ji def xwe ve misoger bibe, û kiryarên nijadperestî yên ku van milîsan sepandine rawestin.
Û daxwaza parastina bîrên neftê û jêderên samanên gelê sûrî yên li deverê kir, û ku ew saman di xizmeta dabînkirina alîkariyên mirovahî bo tevaya sûriyên li hemû deveran de be.
Û xwest ku destpêşxeriya Hevbendiya Niştimanî derbarê rêvebirina deverê ji aliyê xelkê wê ve bipejirîne, bi awayekî ku ewlehî û aştiyê pêk bîne, her weha pabendî bi yasaya navdewletî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinaê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî