Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokatiya D. Nesir Elherîrî, hejmarek ji serdanan li devera Efrînê ya gundewarê Helebê piştî teqînên teroristî yên ku milîsên PYDe û rêxistina PKKe ya teroristî pêk anîne lidar xistin, teqîna ku bûye sedema kuştina bi dehan ji kesên sivîl û tîmên bijîşkî.
Û Şandê Hevbendiyê ji Emîndarê Giştî Ebdilbasit Ebdilletîf û Endamên Desteya Siyasî Yasir Elferhan û Behcet Etasî û Endamên Desteya Giştî Ebdilîlah Fehid, Mihemed Qedah, Esed Elîto, Zekeriya Melahifcî û Ehmed Elşihadî pêk dihat.
Û Şandê Hevbendiyê bi xizmên pakrewanên ku ji ancama teqîna ku nexweşxaneya Elşifa ya bajarê Efrînê armanc kiriye bûne qurbanî re civiya, û Endaman sersaxî û hêviyên aramiyê ji wan malbatan re pêşkêş kirin.
Û Şandê Hevbendiyê serdana çadira sersaxiyê ya taybet bi Doctor Emîn Qoşo yê ku bi erkê xwe yî mirovahî di nexweşxaniyê de radibû û di bombebaranên milîsên teroristî de şehîd ketiye kir, û şandê hevbendiyê bi malbata wî re civiya, û sersaxî û hêviyên aramiyê ji malbata Qoşo re pêşkêş kir.
Û piştre Endamên Hevbendiyê serdana nexweşxaneya Elşifai kir, û li ser rewşa wê piştî ku rastî bombebaranê hatiye rawestiyan, û diyar bû ku nexweşxane bi temamî hatiye rûxandin, ew jî eşkere dike ku rastî armanceke yekser û bi mebest hatiye.
Û Endamên Şandê Hevbendiyê serdana hin birîndarên di nexweşxaneya Elşifai û nexweşxaneya Elmenar kir, û rewşa li wan temaşe kir, û hêviyên saxlemiyê ji wan re xwestin, û serdana malên hin kesên birîndar kir, û Şandê dît ku xelkê me hîn li ser rêya azadiya ku em ji bo wê derketine û di şerê terora rijêma Esed û Rûsiya û milîsên pêve girêdayî de rijd in.
Jêder: Ofîsa Ragihandinaê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî