Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi rapora dawîn ya Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî derbarê dewlet û girûpên çekdar yên ku mafên zarokan li deverên ku nakokî lê hene binpê dikin anî ziman, nemaze ku hêzên rijêma Esed û Milîsên pêve girêdayî di nav lîsteya reş ya taybet bi dewlet û rêxistinên mafên zarokan binpê dikin de ne.
Lîsteya raporên ku rijêmê şermezar dikin, berfireh e, û rijêm bi curbecur tawanan hatiye tuhmetbarkirin, tevî tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê û tawanên îşkencekirin û koçberkirin û bikaranîna çekên kîmawî.
Rewşa Sûriyê hewcedarî liveke navdewletî ya cidî ye, ji ber ku ev rijêm astengî û metirsî ye ji sûriyê û deverê û cîhanê bi tevahî re.
Ji Netewên Yekbûyî tê xwestin ku berpisyariyê derbarê doseya tawanan li Sûriyê hilgire, û vê doseyê berve Dadgeha Tawanên Navdewletî veguhze.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
19 hezîran 2021