Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di Roja Cîhanî ya Penaberan de, Hevbendiya Niştimanî daxwaza pêwîstiya ku civaka navdewletî derbarê bobelata mirovahî û siyasî ya berdewam li Sûriyê berpisyariyên xwe hilgire kir, û tekez kir ku çi derengî di hilgirtina wê berpisyariyê de dê rewşê hîn xirabtir bike.
Me di gelek boneyan de hişyarî ji metirsiya berdewamiya bobelata ku penaberên sûrî rastiyê tên daye, her weha me hişyarî ji encamên wê li ser asta dema navîn û dûr da, û careke din em pêwîst dibînin ku divê hikûmet û hemû alî rêzê li yasa û peymanên navdewletî yên taybet bi parastina penaberan bigrin, û nehêlin ku binpêkirin dermafê wan çê bibin.
Bobelata koçberkirinê yaku rijêma tawanbar û terrorîst li Sûriyê pilan jê re kiriye û bi piştgiriya hêzên rûsî û îranî û milîsên terorist yên pêve girêdayî cîbicî kiriye, ew beşek ji tawana berfireh û mezin e, yaku rijêma Esed ji roja yekemîn de di bin durişma: ((Esed yan jî em ê welêt bişewtînin)) dest pê kiriye, û hîn jî wê yekê li ser sûriyan û cîhanê disepîne.
Bizavên navdewletî yên curbecur derbarê kêşeya Sûriyê ne di asta dihat xwestin de bû, ne di warê rûbirûbûna bobelatê û encamên wê û pêşkêşkirina piştgirî û alikariyê bo penaber û derbiderên ku ziyan dîne de, û ne jî di warê nehêlana berdewamiya wê û sizakirina kesên di ber de berpisyar in de.
Gelê sûrî ji dil de rêz û hurmetê bo dewletên dost û bira yên ku koçberên Sûriyê pêşwazî kirine û alîkarî ji wan re pêşkêş kirine li gor karîn û şiyanên bedrest li bal wan hildigre.
Li dawiyê em bibîr tînin ku çareya siyasî li gor biryarên navdewletî ew e rêya xwezayî û yekta, yaku hêviyên rasteqîn bo rawestandina kêşe û bobelatên ku gelê sûrî rastiyê tên de hildigre, û di nav de kêşeya koçber û derbideran yaku berdewamiya wê gefê dide ser ketwar û pêşeroja deverê û tevaya cîhanê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
21 hezîran 2021