Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek li gel Saziya Banga Cinêvê lidar xist, daku behsa giringiya pabendiya bi rêzikên yasaya navdewletî ya mirovahî û kontirolkirin û mîkanîzmên sereke di pefçûn û cengan de bike.
Û di hevdîtinê de, Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, û Serokê Desteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan Yasir Elferhan, û Endamê Desteya Siyasî Behcet Etasî amade bûn.
Û ji dûr ve Rêvebirê Giştî yê Saziya Banga Cinêvê Alan Delows, û Rêvebira Şanda Saziyê bo Sûriyê Xelîl Elberî, û Hevrêzkarê Pirograma Bakurê Sûriyê Seid Rustim amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî di riya telîfonê re beşdarî kir, û têde pesnê karê saziyê û hevkariya wê li gel Hevbendiya Niştimanî û Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Artêşa Niştimanî ya Sûrî da.
Û Emîndarê Giştî Ebdilbasit Elbdilletîf, tekezî li ser rola saziyê di bilindkirina asta têgihiştinê li bal endamên Artêşa Niştimanî derbarê rêzik û yasayên divê di cengê de pabendî pê bibe kir, ew jî bi hevkariya li gel saziyên navdewletî û bi serpereştiya pisporên di yasaya navdewletî ya mirovahî û peymanên navdewletî û pîvanên mafên mirovan de.
Û Rêvebirê Giştî yê Saziyê, li ser karê saziyê û ofîsa wê ya li Efrînê û hevdîtinên wan yên rolane li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Artêşa Niştimanî ya Sûrî axivî, û karên ku tabûrên Artêşa Niştimanî di warê pabendiya bi yasaya navdewletî, û yadnameyên têgihiştinê yên ku saziyê li ser wan imza kiriye bilind nirxand.
Jêder: Ofîsa Ragihandinaê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî