Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Gefa Rûsiya di warê bikaranîna mafê redkirijnê VETO de dijî nûjenkirina biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya sînor re bo sûriyê, tewaneke nû ye. Û dikeve doseya dirêj ya tawanên cengê. Her weha ya tawanên siyasî yên ku VETO di wan de dijî biryarên girêdayî karûbarê Sûriyê ji sala 2011an de bikar hatiye, û wê yekê alîkarî di parastina rijêma Esed de kir, û piştgiriya tawanên wê kir, û rê ji bo afrandina bobelata mirovahî û aborî û civakî li Sûriyê û deverê û cîhanê xweş kir.
Giringiya dirêjkirina biryara derbaskirina alîkariyan, dê bi riya dengdana piraniya endamên Encûmana Ewlekariyê bo dirêjkirina biryarê tekez bibe, ji ber ku tevaya aliyan gihîştine wê baweriyê ku doseya alîkariyên mirovahî li Sûriyê yek ji doseyên ku rijêm û hevpeymanên wê pê dileyzin e, û wê ji bo pêkanîna armancên siyasî û aborî bikar tînin, ji ber ku li deverên di bin kontirola rijêmê de torên gendeliyê yên destdanîna ser alîkariyên mirovahî hene, û nahêlin ku ew alîkarî bighêjin beşên hewcedar ji gelê sûrî.
Çi gotinên dibêjin ku dergehên sînorî ne amade ne, an behsa dîtina berdêlin cidî jêre li ser zemînê dikin, nayên pejrandin, û bingeha duristiyê jêre nîne, rawestandina kar bi vê biryarê îro tê wê wateyê ku çarenûsa bi melyonan ji derbider û koçber û sûriyên hatine bidûrxistin, dê di destê rijêmê û hevpeymanên wê de be. Ya tê xwestin ku hîn bêhtir dergeh vebin, û hîn bêhtir amûrên gihandina alîkariyan bo kesên hewcedar dabîn bibin, ji ber ku bêhtir ji hezar kampî li ser xaka Sûriyê hene, û tev xwe dispêrin rêşûn û tevgera navdewletî di vî warî de.
Doseya alîkariyan hîn ji aliyê çeteyên rijêmê û milîsên pêre tête kontirolkirin, û divê rêşûnin werin danîn daku alîkarî bi temamî di bin kontirol û rêvebirina aliyin serbixwe de bin, daku gihandina wan alîkariyan bo kesên hewcedar misoger bibe, û rê li pêşiya çeteyên Esed bête girtin, daku kes destê xwe daneyne ser wan alîkariyan.
Ji Encûmena Ewlekariyê tê xwestin ku biryara 2139 derbarê derbaskirina alîkariyan di riya tevaya dergehên sînorî û riyên herî kurt re çalak bike, û nehêle ku rijêm û Rûsiya û milîsên Îranî destên xwe deynin ser wan alîkariyan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
25 hezîran 2021