Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Milîsên PYD ya terorist di pêkanîna binpêkirinên curbecur de dermafê sûriyan li deverên bakur û bakurû rojhilatê Sûriyê berdewam in, di dema tunebûna lêpirsînê û berdewamiya piştguhkirina wan binpêkirinan ji aliyê hin dewletan ve.
Saziyên mafnasî berdewamiya helmetên leşkeriya neçar li deverên di bin kontirola wan milîsan de tevî leşkerkirina zarokan belge kirine.
Û saziyan girtina derdora 100 kesî di heyva adarê de li parêzgeha Reqayê bo xistina hundir leşkergehên neçarî û girtinên weke wê li parêzgeha Hesekê belge kirine.
Û ew milîs di xelektengkirina dermafê derbiderên gundewarê Hesekê berdewam in, û sê kes di nav de jinek hebû girtin, tevî rewşa mirovahî ya dijwar yaku derbider li wir têde dijîn, û yekîtiya Sûriyê dixin bin metirsiyê, û kar li ser guhartina demografî li deverên di bin kontirola xwe de çêdikin.
Milîsên PYD yên terrorist li ser rêbaza rijêma Esed di girtin û serkutkirin û îşkencê de berdewam in, û dijî xwepêşandanên vê dawiyê li parêzgeha Dêra Zorê derketin, û xwepêşander girtin û gef li wan kirin ji ber ku rewşa jiyanê ya dijwar rexne kirine, û çûnhatin qedexe kirin û sivîl tirsandin, her weha bi awayekî dubare deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê bombebaran dike.
Ji Sûriyên rojhilatê Ferêt bi hemû pêkhatên wê, nemaze yên kurd, tê xwestin ku hevkariyê ji bo raperînê dijî rijêma Esed ya tawanbar bikin, û dijî milîsên PYD yên bi rêxistina PKK ve girêdayî rawestin, û wan ji Sûriyê biqewtînin cihê ku jê hatine, û Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî daxwaza rakirina çi sîwana rewayê kir ji ser milîsên ku xwe dikin ku nûnertiya kurda dikin di dema ku dijî wan binpêkirinan pêktînin, û ku piştgiriya wan rawestîne û ji wan bixwaze ku girtiyan serbest berde, û îşkencê rawestîne, û revandin û leşkerkirina zarokan rawestîne, û daxwaza sizakirina milîsên PYD li ser binpêkirinên wan yên mezin dermafê sûriyan dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
31 adar 2022