Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit Rêvebira Giştî a Deverên Efrîka û Rojhilata Navîn di Wezareta Derve ya Polenda de xanim Patrica Ozkan Caroloska li baregeha Hevbendiya Niştimanî li bajarê Stanbolê pêşwazî kir, û pêre behsa pêşketinên doseya Sûrî li ser asta siyasî û meydanî û pêşhatên êrîşkariya Rûsî li ser Okranya û bandora wê li ser berdewamiya pêlên penaberiyê berve Polenda kir.
Û di hevdîtinê de, Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdilhekîm Beşar û Endamên Desteya Siyasî yên Hevbendiya Niştimanî Selwa Eksoy û Besme Mihemed, her weha Cîgirê Balyozê Polenda li paytexta Tirkiyê Enqere Radoslav Sadowski û şêwirdarê qonsilxaneya giştî yê Komara Polenda yê li bajarê Stanbolê Dariosh Jumenicic amade bûn.
Û di destpêka hevdîtinê de Elmislit spasiya Polenda li ser helwestên wê yên vebir derbarê sizakirina rijêma Esed li ser tawanên ku dermafê gelê Sûriyê di riya çekên kîmawî re kir, ji ber ku Polenda yek ji şeş dewletên Ewrpoî ye yên ku daxwaza sizakirina rijêmê li ser bikaranîna kîmawî di gulana sala 2020 de bû.
Û bal lişand ser ku derdeseriyên ku gelê Sûriyê bi dirêjiya salan kişandine îro gelê Okranya dikşîne, û bal kişand ser pêwîstiya ku helwestekî yekrêz hebe û rola civaka navdewletî û dewletên ku derdeseriya dijminkariya Rûsîya dikşînin xwiya be, daku tawanên Botîn rawestînin.
Û Elmislit got ku Botîn tenê li sînorê Sûriyê û Okranya ranaweste, û cextî li ser pêwîstiya naskirina stratîciya hiştiye ku Rûsiya bighêjê vê wêrekiyê di binpêkirina tevaya urif û yasayên navdewletî de kir.
Û cext kir ku tevaya gelê Sûrî rawestana rijêma Esed li kêleka Rûsiya di cenga li ser Okranya de ret dik, û sûriyan rawestana li kêleka gelê Okranya di hejmarek di boneyan de aniy ziman, û tevlêbûna çi karên leşkerî dijî Okranya ret dikin.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî bi kêşeya ku Polenda tê de dijî ji ber vê cenga zordar hest dibe, her weha mîvandariya bi melyonan ji penaberên Okranya.
Û Elmislit diyar kir ku bi sedema berdewamiya rijêma Esed di heman rêbaza leşkerî ya xwîndar de bi piştgiriya herdû dagîrkerên Îranî û Rûsî, hîn Sûriya di rewşeke aloz de ye, û got ku civatên Komîteya Destûrî yên vê dawiyê weke yên berî wê bê encam derbas bûn, bi sedema serhişkiya rijêmê û retkirina tevlêbûna cidî di karên Komîteyê de.
Û Elmislit daxwaza helwesteke navdewletî ya yekrêz derbarê tawanên bi serê gelê Okranya û Sûriyê tên kir, û xwest ku piştgiriyê bighînin hêzên siyasî û leşkerî yên Sûrî bi heman şêweyê ku pê gihiştiye Okranya.
Û tekezî li ser pêwîstiya karê ji bo pêşvedana pirosesa siyasî berve pêkanîna veguhastina siyasî ya tam li gorî biryarên navdewletî û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 kir, her weha kar bibe ji bo hilanîna rewaya navdewletî ji ser rijêma Esed û qewtandina nûnerê wê ji netewên yekbûyî.
Ji aliyê xwe ve Caroloska li ser berdewamiya Polenda di pêgiriya bi helwestên Yekîtiya Ewropa derbarê Sûriyê axivî, û tekezî kir ku çareya siyasî ew take-çare ye li Sûriyê, û tekezî li ser retkirina normalkirina pêwendiyan bi rijêma Esed re û beşdarnebûna wê di çi pirosesin nûavakirinê de kir.
Û mixabîniyên xwe derbarê tiştê ku li Sûriyê dibe û tiştê ku Rûsiya pê radibe ji dijminkariya ser dewleteke xwedan serwerî wek Okranya anî ziman, û bal kişand ser ku ew ne bawer e ku ev kêşe di demeke nêz de bidawî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî