Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Piştî çend rojan ji dorpêçkirin û bombebarankirin û birrîna elektrîkê û pêwendiyan, hêzên rijêma Esed û milîsên Îranî yên terrorîst bi dirêjiya şeş rojan li pey hev, ji roja 16 ta 21ê nîsana sala 2013an, komelkujiyeke mezin li Cidêdit Elfedil ya gundewarê Şamê pêk anîn, di heman dema pêkanîna helmeteke girtin û dizî û talan û şewtandinê de, di dema ku çi lêpirsînên navdewletî yên bêalî tunebûn de, serhejmara pakrewanan nehûrbîn bû, û hejmara wan di navbera 200 û 600 şehîdî de bû. Jin û zarok jî di nav de hebûn.
Berpisyariyên girêdayî bi komelkujiya Cidêdit Elfedil sala 2013an û komelkujiyên Cidêdit Ertoz û Dareya 2012 û tawanên dîtir ên ku rijêmê dermafê gelê sûrî pêk anîne, bi demê re nakevin, û berpisyariya civaka navdewletî û aliyên navdewletî yên çalak derbarê deh salên ku rijêmê û hevalbendên wê têde lîsteyek dirêj ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê û tawanên koçberkirin û guhartina demografî û binpêkirinên mafên mirovan û operasyonên girtin û îşkencekirin û darvekirinê didomîne.
Em careke dî daxwaza kar li ser rawestandina tawanên berdewam dermafê gelê sûrî û nehêlana rizgarkirina tawanbarên cengê ji sizayan ji tevaya dewletên cîhanê dikin, da bi pêngavên pêwîst bo misogerkirina wê rabin.
Ronîkirina li ser qurbaniyan û rastiyê ji aliyê alavên raghandinê û çalakvanan ve, erkekî sincî û mirovahî ye, û veguhestina doseya tawanên cengê li sûriyê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî xebateke pêwîst e, û em ji tevaya saziyên ragihandinê yên ereb û yên cîhanî û çalakvanên mafên mirovan dixwazin ku vê bîranînê vejîn bikin, û berve sizakirina tawanbaran bibin, û fişarê bisepînin li ser çi aliyên ku pilanê dikin an hêvî dikin ku vê rijêmê ji nû de vejînin an bikar bîbin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
21 nîsan 2021