Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî biryar da ku dê rijêma Esed ji mafên xwe di hundir rêxistinê de bêpar bike, tevî mafê namzetiyê û dengdanê jî.
Ev biryar bi karê Rêxistina Çekên Kîmawî ve girêdayî ye, lê sedem û paşxanên wê di hundir saziyên navdewletî yên dîtir de jî durust in, ew jî tê wateyê ku ji Desteya Giştî ya Netewên Yekbûyî tê xwestin ku endamtiya rijêmê têde rawestîne, û nehêle rijêm nûnertiya sûriyê bike, û fişarê bide rijêmê daku biryarên navdewletî cîbicî bike, ta bighêje sizakirina kesên tevlî tawanên bikaranîna çekên kîmawî li sûriyê û tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê bûne.
Biryara ku 87 dewletan deng li ser daye, pêngaveke erênîye û tekez dike ku civaka navdewletî rijde ku rê li pêşiya çi alî bizavê dike ku tawanên rijêmê perpîn bike an dixwaze ji nû de rijêmê bi serbixîne û amade bike bigre.
15 dewletan bo berjewendiya rijêmê deng dan, û di pêşî de Rûsiya û Çîn û Îran bûn, û ew jî tiştekî texmînkirî ye ji aliyê hevalbend û hevpişkên rijêmê di tawan û kuştinê de, lê cihê dilêşiyê bû li bal bi melyonên sûriyan ku nûnerê Desthilata Filestînî dijî biryara ku dixwaze piştgiriya mafên sûriyan bike be, ji ber ku jê dihat xwestin ku dengê xwe bide derxistina biryarê, an jî bikêmanî tevlî 35 dewletên bêdeng mane bibe, li şûna ku dîdevaniya cihê mixabîniyê pêşkêş bike, û bi ser de piştgiriya tawanbarê ku çekên kîmawî dijî gelê sûrî bikaraniya bike.
Girêdana tam ya rijêmê bi zincîrek berdewam ji tawanên cengê û tawanên dijî mirovahiyê û tawanên bikaranîna çekên kîmawî, tiştekî belgekirî û çespandî ye, û Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî û aliyên navdewletî yên çalak berpisyariya wê hildigrin.
Encamên Komîteya Lêpirsînê ya girêdayî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî yaku di du raporên ji hev cuda de hatine, tekez kirin ku rijêmê bi mebest çekên kîmawî dijî sivîlan bikar anîne, wek binpêkirin ji biryara 2118 re, û ew jî li gor madeya 21 ji biryarê deriyê liveke navdewletî di bin beşê heftemîn de vedike, û derfetê dide ku bi darê zorê bihêlin ku rijêm tawanan yekser rawestêne, û rê ji bo sizakirina tawanbarên cengê xweş bike, û biryarên girêdayî karûbarê sûriyê yên ku ji kar ketine cîbicî bike, di nav de rizgarkirina girtiyan û vegera koçberan û destpêkirina nûavakirinê li welêt.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
22 nîsan 2021