Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ednan Rehmon li gel yarîderê Rêvebirê Rêvebiriya Koçberan yê bajarê Stenbolê Serdar re civiya, û pêre rewşa sûriyên li tirkiyê û rêyên çakkirina rewşên wan û çareserkirina tevaya pirsgirêkên wan gengeşe kirin.
Û Rehmon di hevdîtinê de pesna xizmetkariyên ku Hikûmeta Tirkiyê bo sûriyan li Tirkiyê pêşkêş dike da, her weha rawestandina Dewleta Tirkiyê li kêlek gelê sûrî di pêkanîna hêviyên azadî û rûmetê de.
Û Rehmon hejmarek ji pirsên girîng yên girêdawî rewşa sûriyan li tirkiyê anîn ziman, û têde giringî da ser rewşa mirovahî, û jê doza komkirina malbatan nemaze yên navsal, û anîna dê an bav yên hevdû berdane cem zarokên wan.
Û Rehmon li ser giringiya hêsankirina veguhastina nasnameyên demkî yên sûriyan ji îyaletekê ta îyaleteka dîtir di rewşên pêwîst da axivî, û ku nasnameyên demkî bi zarokên sûrî yên li dibistanên tirkî li bajarê Stanbolê din.
Ji aliyê xwe ve Yarîderê Rêvebirê Rêvebiriya Koçberiyê tekez kir ku hîn li ser rêbaza pêşwaziya penaberên sûrî ne, û dê tevaya rêxweşkirinên gengaz ji wan re pêşkêş bikin, û di çareserkirina tevaya pirsgirêkên wan de alîkariyê bikin.
Û bal kişand ser ku hin pirsgirêkên ku sûrî li tirkiyê rastiyê tên ji ber nezaniya wan ya tam bi yasayên tirkiyê yên girêdayî bi penaberên sûrî ne, û daxwaza lidarxistina pirogramên hişyariyê di navbera Rêvebiriya Koçberiyê û Ofîsa Karûbarê Penaberan de kir, û herdû aliyan li ser berdewamiya hevdîtinên rolane û hevkarî û hevrêziyê bo dîtina çareyan bo pirsgirêkên dighînin Komîteya Sûrî-Tirkî Hevbeş lihev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî