Serokê Ofîsa Enqerê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li Enqerê Ehmed Bekora hevdîtinek li gel Serokê Şaredariya Altindagê Abdulrihman Karabodak lidar xist, bi armanca rêxistinkirina rewşa yasayî bo bazirganên sûrî li Enqerê.
Û di civînê de Cîgirê Serokê Beşê Karûbarê Derve di Partiya Dad û geşepêdanê de Cîgirê Hatayê birêz Fawzi Shanfardi û Cîgirê Partiyê Dad û Geşepêdanê li Enqerê birêz Haji Turan û şandek ji bazirganên sûrî amade bûn.
Û amadebûyan behsa rêyên hevkariyê di navbera herdû aliyan de kirin, û li ser rêxweşkirinên ku dê şaredarî ji sûriyên li deverê bûne niştecî re pêşkêş bike axivîn, û kar li ser dîtina çareseriyên guncaw derbarê pirsgirêkên rastî wan tên bike.
Û hevdîtin di heyameke erênî de derbas bû, û herdû aliyan tekezî li ser giringiya karê hevbeş bo çareserkirina pirsgirêkên ku rastî sûriyan tên di hundir çarçoveya yasayên şaredariyê de kirin.
Û li dawiya hevdîtinê de herdû aliyan cextî li ser pêwîstiya berdewamiya karê Hevbeş kirin, ji ber ku rola wê ya mezin di çareserkirina dozên sûriyan de li tirkiyê heye, û ji aliyên xwe ve bazirganên sûrî yên ku di hevdîtinê de amade bûne xweşhaliya xwe bi tiştên hatine behskirin û li ser li hev kirine bi birayên tirk re anîn ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî