Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek ji dûrve li gel Şanderê Almanî bo doseya sûriyê Robert Road bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî lidar xist, û pêre behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî di doseya sûriyê de kir.
Û di civînê de Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo û Nûnerê Hevbendiyê li Almaniya Fadil Wefa Elrifaî û Alîgirê Şanderê Almanî Thomas Albrich, û endamin ji tîma doseya sûrî di Wezareta Derve ya Almanî li Birlînê beşdarî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî li ser rewşa meydanî û siyasî li deverên rizgarkirî nemaze di warê bizîşkî de û di dema belavbûna bêtara korona de û berdewamiya operasyonên bombebarankirinê ji aliyê rijêma Esed û piştgirên wê ve axivî, û tekezî li ser giringiya zêdekirina alîkariyên mirovahî û tenduristî kir, daku wek qebareya derdeseriyên mirovahî be.
Û Elherîrî cext kir ku rijêma Esed di warê xirabiya rewşên mirovahî û jiyaneyê de guh nade çi tiştê ku li sûriyê dibe, û bal kişand ser ku rijêm hemû biryarên navdewletî bin pê dike, û hîn berve hilbijartinên wêneyî yên ku ti wate jêre nînine dere, yaku mîna şanoyeke pêkenokî ji şanoyên laqirdiyê ye, yên ku cîhanê berê di rijêmên dîktatorî de temaşe kirine, û Elherîrî helwestê Almaniya û dewletên Ewropî dîtir derbarê vê hilbijartinên pêkenokî yên ku rijêma Esed dixwazê di dema dahatî de lidar bixe bilind nirxan.
Û Elherîrî li ser doseya deh hezarên girtî li bal rijêma esed û giringiya liveke navdewletî axivî, daku fişarê bo serbestberdana wan bikin, û got ku doseya girtiyan û pêwîstiya serbestberdana tevayan bi pirosesa siyasî an destûrî ve ne girêdayî ye, û doza wan di ser danûstandinê an bazarên siyasî re ye, ji ber ku doseyeke mafnasî û mirovahî ye, û tekezî li ser pêwîstiya kartêkerkirina biryara 2254 bi hemû sepetên wê û di serî de desteya hikumdariya veguhêz û piştgiriya veguhestina siyasî li welêt kir.
û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo li ser çalakiyên Hevbendiya Niştimanî û karên wê li deverên rizgarkirî bo çakkirina ketwarê jiyanê bo nişteciyan û rêvebirina wan deveran di riya Hikûmeta Sûrî ya Demkî re axivî, û tekezî li ser giringiya şopandina civatên teknîkî derbarê xurtkirina rewatiya Hevbendiyê kir.
Ji aliyê xwe ve Şanderê Almanî tekez kir ku hilbijartinên beşar Esed ne rewa ne, ji ber ku naghînin asta pîvanên biryara navdewletî 2254, û cext kir ku rijêm asteng e ji çi çareya siyasî re li sûriyê, û ew jî tiştekî ji hemûyan ve diyar e.
Û bal kişand ser ku Almaniya di kongirê penaberan ê yekemîn de beşdar nebû, û di kongirê duyemîn de jî beşdariyê nake, kongirê ku Rûsiya dixwaze lidar bixe, û tekez kir ku ta niha ti pîvanên navdewletî bo vegera ewle û ji dev xwe bo penaberan nîne, û got ku sûriyê dewleteke ne ewle ye, û têde parastina jiyana penaberan ger vegerin misoger nîne.
Û derbarê derbaskirina alîkariyên mirovahî tekez kir ku ew doza mirovahî asteke bilind e, û divê berpisyariyeke mezin têde hebe, ji ber ku vekirina dergehekî tenha bo derbaskirina alîkariyan nayê wateya ku vekirina herçar dergehên dêtir ne girîng e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî