Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Di rojeke wek îro ji sala 2013yan de, rijêma Esed komelkujiya sedsaliyê di riya bikaranîna gaza sarînê re dermafê sivîlên Sûrî li Elgota Elşerqiyê pêk anî, yaku di heman roja navdewletî ya vejandina bîranîna qurbaniyên terorê û ruhakirina wan de ye, yaku Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî di rojeke mîna îro de ji sala 2017an de terxan kiribû.
Ev komelkujî hîn nîşana rastiya tawanbariya rijêmê û hevalbendên wê ye, di dema ku helwestên civaka navdewletî weke şermeke siyasî û yasayî û mirovahî xuya kir, nemaze piştî girêbesta bêrûmetiyê yaku hişt ku alavên tawanê radest bibin û tawanbar jî serbest bête berdan.
Raporên serbixwe û fermî û navnetewî, tekez kirin ku rijêm vegeriya bikaranîna çekên kîmawî tevî gaza sarînê di hejmarek ji bûyeran de, bêyî ku civaka navdewletî an saziyên wê bilivin.
Dîrok me fêr dike ku kes ji me sedî sed ne parastî ye, û heye ojekê bibe Qurbana terorê, û divê herkes metirsiya rijêmên ku terorê û alavên wê bikar tînin baş binasin, û astengiyên ku li ser tevaya astên siyasî, aborî, mirovahî, yasayî û jîngehî li pêşiya mirovahiyê datînin zanibin.
Roja Cîhanî ya Bîranîna Qurbaniyên Terorê û Ruhakirina wan, û bi ser de bîranîna Tawana sedsaliyê û komelkujiya Meerit Elneasan û komelkujiya mezin li Dareya û komelkujiyên dîtir û hîn jî rewş li pêşiya egera kuştin û koçberkirinê li ser destê rijêmê û hevalbendên wê vekiriye, bêyî ku qurbanî mafên xwe bistînin, û tawanbar cezayê bibînin.
Û rêzlêgirtina mafên qurbaniyên terorê û piştgiriya wan û karê ku divê li ser sivikkirina ziyanên ku ji aliyê rijêm û rêxistinên teroristî dighêne wan bibe, divê di pileya yekemîn de mîkanîzmeke yasayî ya navdewletî ya rewa ava bibe, daku karibe tawanbaran siza bike, û nehêle ku bi çi awayên siyasî an diplomatîk tawanbar bêtin parastin, û bêyî wê mîkanîzmê , dê teror wek perçeyek ji pêşroja mirovahiyê bimîne.
Em careke din serxwaşiya malbatên pakrewanên komelkujiya vê sedsaliyê dikin, yên ku bêhtirê wan jin û zarok bûn, û em bi navê wan daxwaza veguhestina doseya van tewanan bo Dadgeha Tawanên Navdewletî dikin, li gel standina rêşûnên yekser daku tawanên rijêmê û hevalbendên wê dijî gelê Sûrî rawestin.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku rola xwe di doseya Sûriyê de vegerîne, û berpisyariyên xwe yekser derbarê tiştê diqewime hilgire, û ji dewletên çalak di Encûmena Ewlekariyê de tê xwestin ku fişarên yekser bo rawestandina tawanan û sizakirina tawanbaran bikin, û piştgiriya veguhestina siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encumena Navdewletî ya hejmar 2118 û 2254 û biryara Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî hejmar 262/67 bikin, her weha avakirina hikumdariya veguhêz bi tevaya karînên wê yên cîbicîkar.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Karûbarên Penaberan
21 tebax 2021