Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Bûyera dîtina sepetên alîkariyên ku ji aliya Netewên Yekbûyî ve bo gelê sûrî hatina pêşkêşkirin di hundir baregehekê ji yên milîsên rijêmê de li bajarê Qamişlo, û berdwamiya rijêmê di destdanîna ser alîkariyên ku di deverên di bin kontirola wê re derbas dibin, nîşaneke metirsîdar e, ji ber ku beşên hewcedarî wan alîkariyan ji gelê sûrî bê par dimînin.
Weku hejmarek ji bûyerên berê, ev bûyer jî balê dikşîne ser sernekeftina saziya navdewletî di rêvebirina doseya alîkariyên ku divê bi awayekî misoger bighêje xelkên hewcedar, û rê li pêşiya birina wan alêkariyan ji aliyê çeteyên rijêmê ve bigire.
Doseya alîkariyên mirovahî dergeheke mezin e ji dîzî û talanê re, û divê saziya navdewletî li gel vê doseyê bi awayekî hişyarî û hûrbîn bide û bistîne, û kar li ser nûçalakirina biryara 2139 bike, yaku divê alîkarî di riya dergehên sînorî re û di riya dergehên herî kurt re derbas bibin, û nehêlin ku rijêm û dagîrkerê Rûsî dest deynin ser alîkariyan.
Ji Tevaya aliyên navdewletî yên girêdayî vê doseyê tê xwestin ku rêşûnên lêpirsînê bistînin daku zanibin ku çawa sendoqên ku durişma pirograma xwirdemeniya cîhanî û desteya bizîşkî ya navdewletî gihîştiye depoyên girêdayî milîsên rijêmê, û aliyên di ber de berpisyar divê werin sizakirin.
Ji Netewên Yekbûyî tê xwestin ku mîkanîzmên kartêker bisepîne ji bo gihandina hawarçûnê û piştgiriya pêwîst bo xelkê me li deverên di bin kontirola rijêmê de misoger bike, bêyî ku di karîdorên gendeliyê yên ku asayîş û çeteyên girêdayî rijêmê re derbas bibin, û misoger bibe ku alîkariyên mirovahî neyên dizîn, û nehêlin ew di cenga rijêmê li ser gelê sûrî de bikar werin, û li ser kesên komelkujî dermafê gel pêk anîne belav nebin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
3 gulan 2021